Siyasetmedarê Kurd Mahmûd Osman da xuyakirin ku îdîayên dibêjin "Dewleta Tirk ji bo perwerdekirina Sûniyan û tevlîbûna li tevgera rizgarkirina Mûsilê leşker şandiye Mûsilê" bi guman e û ev xal destnîşan kir: "Dewleta Tirk Sûniyan ji xwe re dike hincet, Îran jî Şîayan ji xwe re dike bahane û ev her du dewlet hêzên xwe li Iraqê bi cih dikin. Divê hebûna leşkerên van her du dewletan li Iraqê neyê qebûlkirin."

Mahmûd Osman di berdewama axaftinên xwe de ragihan ku hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê tehlûke ye û diyar kir ku ev ne li gorî berjewendiyên Kurdan e. Osman anî ziman ku ne tenê leşkerên dewleta Tirk, divê leşkerên Îranê jî ji Iraqê derkevin û wiha pêda çû: “Hebûna van her du hêzan li vê derê, destwerdana li serweriya Iraqê ye. Erebên Sûnî dixwazin Tirk, Şîa jî dixwazin Îran li vir be. Her kes li gorî xwe tiştekî dixwaze û li gorî berjewendiyên xwe tevdigere."

Osman diyar kir ku dewleta Tirk bi ti awayî projeya aştî û wekheviyê ya bi Kurdan re qebûl nake û destnîşan kir ku yên li Bakurê Kurdistanê Kurdan qetil dikin, ne pêkane ku li Başûrê Kurdistanê bi Kurdan re bibe hêza tifaqê û wiha pêda çû:  “Eger bixwaze aştî û dostaniyê pêk bîne, wê li Bakur bi PKK û Ocalan re ev bikira û xwe nêzî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bikira.”


HALÎT ERMÎŞ/ANF/HEWLÊR