Divê Helebce bêfamkirin
Di 16´ê Adara 1988´an de rejima Îraqê li bajarê Helebce li ber çavê hemû cîhanê û welatên endamên rêxstina qaşo Îslamî komkujiyek pêk anî. Lê heya niha çî hatiye kirin û çî tê kirin, ji bo Helebce û di nasnameya Helebce de ji bo gelê Kurd û pêşîgirtina talukeyên nû li ser gel? A ku li Helebce qewimî pêkanîna pilansaziyeke ji kokê ve tunekirina beşeke ji etnîkekê û bi vê komkujiyê jî terbiyekirina yên din bû ku êdî nikaribin serê xwe rakin. Mirov dema di salvegera 26 saliya vê komkujiyê binêre dibîne ku ji armancê wêdatir çûye. Rafaîl linkin lêkolînerê Cihu a Polonî dibêjr "jenosîd tunekirina hebûnekê û li cihê wê danîna hebûneke din e" Rejîma Îraqê a yekemîn kir û piştî 1990 an Iran û Tirkiyê û welatên Rojavayî ya dûwemîn kirin. Hêza afrandin û xwe rêvebirin, jiyanê kolektîf û hêza manewî a civakê heya asta tunekirinê qels kirin, eger tişetêkî civakî hîn nefes heye ew jî bi rastîya dîrokî a civakê û tevgera azadiya gelê Kurd heye. Bi qonaxa piştî komkujî civak wisa lêkirine hezaran jin hatin kuştin û ew jî jenosîdeke lê civak ew qasî bêdenge tenê dinêrê. Dîroknas Raul Holberg dibêjê "di dema jenosîdê de sê cure mirov hene, yên dikujin, yên qurbanî ne û sêyemîn jî yên disekinin û tenê lê dinêrin, ji xwe tawanbarê mezin ê sêyemîn e" di asta jenosîda Helebce de yên sekinîn û temaşa kirin pirin û hîn jî komkujîyên li ser gel pêktên li rojava û li Îranê. Li asta hêzên Kûrdan da jî ne kemin. Li Helebce jenosîdê zêdeyî 5 hezar can stand, sedan birîndar li pey xwe hiştin ku hîn jî ji ber birînên dema kîmyebaranê dimirin. Tenê sala 2013 heya niha 8 kesên din jiyana xwe ji dest dane û zêde tiştek ji bo parastina wan nayê kirin. Welatên ku gazên kimyawî dane Îraqê buroyên konsolosên wan li herêma Kurdistanê hene û têkelîyên aborî û siyasî ji doza Helebce ji bo wan girîngtir e û li parlementoyên wan komkujiya Helebce weke jenosîd nayê nasîn. Bi hezaran şîrketên qaşo aborî yên Îran û Tirkiyê kultura xwe anîne herêma Kurdistanê. Dibe ku bê pirsîn çi têkiliya wan bi vê re heye?Saziyên van welatan li herêma Kurdistanê bi çanda ku bi xwe re tînin gel ji çand û nasname û dîroka wan dûr dixin û xerîb dikin. Her kes baz dide xwe fêrî zimanekî van welatan bike û kincên wan li xwe bike û jiyana wan teqlîd bike. Lê çanda neteweyî ku bi deh hezaran mirovan çanê xwe di riya wê de daye, ketiye bin piyan û ev jî bi xwe jenosîdek e. Rejîma Îraqê baş dizane dema bi awayê fizîkî wan qir bike wê di jiyana wan de gelek valahî vebin û wê hêzên din vê valatiyê dagirin. Rejîma Îraqê hêza gund û çandiniyê kuşt û her kes kir bajarî. Bi çanda ku piştî salên 1991'ê jî hêzên kurd ên desthilatdar ev yek temam kir û kurd muhtacî hêzên navneteweyî kirin. Gelê kurd ji aliyê aborî ve li vî parçeyê qir kirin.Komkujiya Helebce ji bîranînekek 16'ê adarê ya salane wêdatir kesek tiştekî din li ser nabêje nake. Hîn jî zarokên kurd li ser Helebce tiştekî nizanin, ji bilî salane hin dîmenan. Zarokên gelê Kurd mezin dibin lê li pirtûkên wan ên dibistanê tiştek li ser van komkujiyan tineye û nayên agahdarkirin û fêrkirin. Piştî zêdêtirî 60 sal jî cihûyên ku bi holokost re rû bi rû man bi destê nazîyan hîn jî lêkolîn dikin û li sedeman dipirsin û çîrokên xwe berhev dikin. Filip Sipînser berpirsyarê navenda Helen ji bo lêkolîna kuştinên bi komî dibêjê 'Ji bo jenosîd dubare nebin divê em van jenosîdan fêm bikin, bi bîr bînin û bersiv bidin.' Îcar ji bo ev her sê xal werin kirin divê pir kar were kirin. Tenê di 16 adarê da Helepce nekeve bîra me û helepce bibe çîroka zaroken her beşên Kurdistanê. Berî ku em ji welatên derve daxwaz bikin, nas bikin divê em destpêkê di helepce da xwe nas bikin û bidin naskirin. Tiştên her sal tên kirin li helepçe dubare û bê tesîr e. Biryara bi îlankirina wê ya wekî bajar jî pir dereng ma û niha jî bûye bazara siyasî. Hîn jî tezmînatên manewî û madî ji qurbanîyan re nehatine dayîn. Ji hemûyan girîngtir jî divê şîrketên çek dane rejîma Baas werin dadgahkirin û cezakirin, bi taybet jî şirketên almanya û hollanda. Ev di serî da erka Hikûmeta herêma Kurdistanê ye.