Li Rojava bi daxwaza ku heyetek serbixwe ya bijîjkan biçe Îmraliyê li Girkê Legê, Rimêlan, Serêkaniyê Dêrik û Amûdê çalakî pêk hatin.

Kurdên li Rojava, ji bo balê bikşînin ser rewşa tendûristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran çalakî lidarxistin.  Di çarçova rêzeçalakiyên ku Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dane destpêkirin de, li herêma Geirkê Legêû Rimêlan, Konfederasoyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Saziya Zimanê Kurdî û Mala Gel, li pêşiya navendên saziyên xweçalakiyên rûniştinê pêk anîn û helwesta dewleta Tirk ku nahêle bijîşk biçin serdana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku di pêvajoya aştiyê de divê ji baldarî li ser tendûristiya Ocalan were rawestîn û ev mijar weke temînata hevdîtinên vê pêvajoyê were dîtin.  Di çalakiyan de ji rêxistinên mafên mirovan hate xwestin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku bihêle bijîşk derbasî Îmraliyê bibin.

Li Serêkaniyê çalakiya jinan

Li bajarê Serêkaniyê jî bi armanca doza derbasbûna heyeta bijîşkan a serbixwe ya Îmraliyê û şermezarkirina helwesta hikûmeta Tirkiyê çalakî pêk hat. Bi dehan endamên Yekîtiya Star  li ber parka 4᾿ê Nîsanê hatin cem hev. Jinên ku cilên reş li xwe kiribûn û destên xwe girêdabûn bi sloganan dilsoziya xwe ya bi Ocalan re nîşan dan. Paşê li ser navê çalakgeran daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hikûmeta Tirkiyê di demên dawî de û bi taybet piştî pêvajoya aştiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daye destpê kirin, tecrîd dijwar kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku tecrîda li ser Ocalan bû sedem ku bandora xwe li tendurstiya Ocalan bike û hate xwestin ku heyetek serbixwe ya bijîşkan biçin Îmraliyê û rewşa Ocalan lêkolîn bikin.
Her weha ji dewlata Tirkiye hate xwestin ku ji bo pêvajoya aştiyê gavan bavêje û firsenda aştiyê bikarbîne.

Li Dêrîkê daxuyanî hat dayîn

Li Dêrika Hemko jî Meclîsa Tendustiyê û Dadgeha Gel daxuyani dan. Di daxuyaniyê de, siyasetên AKP᾿ê ku li dijî pêvajoya Aşîtiyê ne û bûn sedema nexweşiyên Ocalan, hatin şermezarkirin û hate gotin ku pêdiviya Ocalan bi komîteya pijîşakan a serbixwe heye. Ji hikûmetê hate xwestin da ku şert û mercên Ocalan werin başkirin û derfetên bidin da ku karibe rola xwe ya di pêvajoya aştiyê de bi awayekî azad bilîze.  
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiye ji rewşa tendûristiyê ya Ocalan berpisyar e û ji saziyên navnetewî û rêxistinên mirovî yên demokratîk hate xwestin ku wezîfeyên xwe bi cîh bînin û ji bo şandina heyetê zextê li Tirkiye bikin.

Tirkiye berpisyar e

Li Amûdê jî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ber navenda xwe ya li bajêr çalakî lidar xist. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Tirkiyê ji rewşa Ocalan berpirsyar e", "Rêber Ocalan misogeriya demokrasiyê û biratiya gelan e" hate vekirin. Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û kiryarên hikûmeta Tirkiyê hate şermezarkirin. Beşdarên çalakiyê bang li saziyên navnetewî û rêxistinên mafê mirovan kirin ku li hemberî tecrîda li Îmraliyê bêdeng nemînin û bikevin nav liv û tevgerê. 

ANHA/SERÊKANIYÊ




Ji endamên KESK'ê çalakî

Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê ji bo heyeteke serbixwe ya doktoran biçe Îmraliyê ji Wezareta Dadê re faks şandin.
Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê ji bo heyeteke serbixwe ya doktoran biçe Îmraliyê li Postaxaneya Ofîsê ji Wezareta Dadê re faks şandin. Berdevkê demî yê Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê Mehmet Karaaslan diyar kir ku Ocalan 14 salin bi tecrîdeke giran re rû bi rû ye û got: "Derfet ji aliyê dewletê ve baş nayê bi kar anîn û gavên li ber çav nehatine avêtin. Ev yek di nav gel de dibe sedema fikaran. Qebulnekirina daxwaza Ocalan ya heyeteka doktoran fikarên ji bo aştiyê zêdetir dike. Wekî kedkarên gelemperiyê em bi fikar in."
Karaaslan xwest ku daxwaza heyeta doktoran ya serbixwe bê qebulkirin û ji bo vê yekê wê Wezareta Dadê re name bişînin û qebulkirina vê yekê jî ji bo welat girîng dibînin.
Piştî daxuyaniyê endamên KESK'ê ji Wezareta Dadê re faks şandin.