“Bêguman hunermendên Kurd ew kes in ku hunerê xwe bi Kurdî îcra dikin. Eger bi Tirkî wêjeyeke baş jî bikin ew wêjeya Kurdî nayê hesêb…divê teqez huner û wêje bi Kurdî bêne kirin.”
“Wexta hunermendên Kurd hunerê xwe îcra bikin, girîng e ku xwe bi kincên neteweyî girê bidin û wisa derkevin pêşberî civakê. Ji ber ku gelê Kurd ew gel e ku her tiştê wî tê înkarkirin, tine tê hesibandin û tê qirkirin. “
MUSTAFA KARASU
Bêguman hunermendên Kurd ew kes in ku hunerê xwe bi Kurdî îcra dikin. Eger bi Tirkî wêjeyeke baş jî bikin ew wêjeya Kurdî nayê hesêb. Hunera bi Tirkî baş hatibe kirin jî Kurdî nayê hesêb. Dibe ku xizmeta têkoşînê bike, lê weke wêje û hunera Kurdî bi nirx nabe. Ji ber vê yekê, divê teqez huner û wêje bi Kurdî bêne kirin. Li dijî qirkirinê jî jixwe têkoşîn weha dibe. Ji ber polîtîka qirkirinê li hin herêman asîmîlasyon zêde ye û li dijî vê, mirov dikare ajîtasyon û propagandayê bi zimanên din jî bike. Lê li Kurdistanê divê zimanê propaganda û ajîtasyonê Kurdî be. Di wêje û hunerê de bê îstîsna, teqez divê Kurdî were bikaranîn. Ji bo pêş bikeve, divê her cure derfet û îmkan werin dayîn û were handan.
Divê Elewî bi Kurdî bibêjin
Bi pîlanê Şerq Islahatê li herêmên Dersim û Rojavayê Firatê asîmîlasyon û qirkirina çandî hatiye zêdekirin. Ji lewra gelekî girîng e ku nirxên çandî yên Kurdî yên van herêman; klam û stranên wan ji nû ve bêne geşkirin; derfet û îmkan bêne dayîn ku hozanên Kurd ên Elewî stran û klamên xwe bi Kurdî bibêjin. Heta stran û klamên Kurdî serdest nebin, têkoşîna li dijî qirkirin û asîmîlasyonê bi tesîr nabe. Em dizanin ku hozanên Elewiyan klamên xweş bi Tirkî dibêjin, lê stran û klam herî xweş bi zimanê dayikê dibe. Hozanên Tirk ên Elewî dikarin stranên xwe bi Tiƒrkî bibêjin, lê hozanên Kurd ji sedî sed divê bi Kurdî îcra bikin. Saziyên Kurd hemû jî divê kesên hunerê xwe bi Kurdî îcra dikin teşwîq bikin. Divê wan derxin pêş, qedir bidin wan û han bidin. Bi awayekî erênî divê mirov di vî warî de cihêkariyê bike; piştgiriya berhemên hunerî û wêjeyî yên Kurdî bike.
Kincên neteweyî li xwe bikin
Wexta hunermendên Kurd hunerê xwe îcra bikin, girîng e ku xwe bi kincên neteweyî girê bidin û wisa derkevin pêşberî civakê. Ji ber ku gelê Kurd ew gel e ku her tiştê wî tê înkarkirin, tine tê hesibandin û tê qirkirin. Lewma divê Kurd cudabûna xwe bi ziman û girêdana xwe ya kincan bibînin. Beriya her kesî jî divê ciwan û zarok vê cudahiyê bibînin. Mirov cudabûna xwe bibîne, ne neteweperestî ye. Dewlemendiya mirovatiyê ye. Jixwe Mezopotamya Jor a ku şoreşa neolotîkê li pêk hatî xwedî nirxê hucreya kok a mirovatiyî ye. Ji vî alî ve jî gerdûnî ye. Ma ji vê xweştir çi heye ku mirovatî van nirxên cuda bibîne ?
Jixwe aliyê qirker ê modernîteya kapîtalîst dixwaze çandan hemûyan tine bike û bişibîne çanda navenda modernîteya kapîtalîst. Jixwe dema mesele dibe Kurd, gelekî girîng e ku mirov nirxên çandî darîçav bike. Di vê çarçoveyê de lixwekirina kincên neteweyî ji alî hunermendan ve ne diyardeyeke şiklî ye. Li dijî qirkirinê helwêsta hebûnê ye. Belkî em ne gelekî di nava cercereya qirkirinê de bûna em ê ewqasî hesas nebûna. Lê ji bo Kurdan girîng e ku mirov nirxên neteweyî û kincan darîçav bike. Hunermendên li dijî qirkirinê têkoşînê ji bo hebûna Kurdan bidin ev jî wezîfeyên wan ên sereke ne. Hingê girîng e ku hunermend bi kincên xwe yên neteweyî huner îcra bikin. Dema stran bêne gotin, şano were kirin, çalakiyên cuda yên çandî bêne kirin û pêşkêşvan derkeve pêşiya civakê, bi kincên xwe yên neteweyî be, ev yek wê gelekî bi mane û bedew be.
Berpirsiyariyên hunermendan
Di ti serdema dîrokê de rola huner û hunermend wekî îro zêde nebûye. Huner û wêjekar ew kes in ku nirxên civakî diafirînin, kûr dikin û mayînde dikin. Hunermend û wêjekar û bi giştî jî mirovên ji bo çandê dixebitin, ji bo civakê karên pîroz kirine û dikin. Bîr û bawerî, dîn, pêlên fikirandinê yên mezin çawa li hemberî xerabbûna civakê ji bo civakê karekî pîroz kirine û civak parastine, huner û wêjekaran jî karekî wisa pîroz kirine. Kesên ku bîr û bawerî, dîn û civak parastine û nirxên civakî mayînde kirine, dîsa huner û wêjekar in. Bi serdema modernîteya kapîtalîst re, em qala hunermend û erkdarên dînî saziyên wan nakin ên ku xwe xistine bin xizmeta serweriya kapîtalîzm, dewlet û desthilatdaran.
Di ti serdema dîrokê de wekî niha berpirsyariyeke mezin neketiye ser milê huner û hunermendan. Ji ber ku di ti serdema dîrokê de di vê astê de êrîş li ser civakê nehatiye kirin. Ji xeynî van tiştan di warê êrîşên li ser nirxên civakê de, hunermend jî berpirsyar in ên ku divê hunereke civakî bikin û nirxên civakî biafirînin. Nexwe huner, hunermend û wêjekar îro civak û nirxên civakê têra xwe naparêzin. Kapîtalîzm û modernîteya kapîtalîst nirxên civakî ji hev belav dike. Ji ber ku kapîtalîzm heta ku civakîbûnê belav neke, takekesî û maddîyatperestiyê ava neke, bi pêş nakeve. Şerê wê yê li dijî civakê, şerê hebûnê yê kapîtalîzm û modernîteya wê ye. Em nikarin bibêjin çima wisa dikin, em bi vî awayî nikarin civak û nirxên civakê biparêzin. Heke îro nirxên civakê hatibin binpêkirin, di serî de hunermend, wêjekar û bi giştî jî mirovên bala wan li ser çandê wê xwe berpirsyar bibînin. Huner û wêjekaran peywira xwe bi cih neanîne. Yan bi rastî jî hunermend û wêjekar li wir tune ne, yan jî ne di wê astê de ne ku li dijî kapîtalîzm û modernîteya wê şer bikin.