Mizgîn Tahîr rexne li xwe girt û got, ew ji bo dengê gelê Kurd nebûne bersiv û mînaka destana Keleha Dimdimê da û weha axivî: “Tiştên li Keleha Dimdimê qewimîn, piştî ku pêvajoya biêş qediya bi şûn ve hatiye bihîstin.” Mizgîn Tahir da zanîn ku ew wek hunermendekê nikare li dijî polîtîkayên şer yên gelê Kurdbi wan re rû bir rû maye, bêdeng bimîne, û hunermend û rewşenbîr jî dixwazin li meydanên mîtîngê biqîrin, dengê xwe bilind bikin.
‘Divê li dijî ji êrîş û zextan bibin bersiv’
Mizgîn îşaret bi kêmbûna beşdariya xelkê ya li Mîhrcana Kurd ya li Stenbolê kir û weha peyivî: “Li Kurdistanê ku polîtîkayên şer lê tên meşandin, huner nabe bersiveke têr û tije. Her tişt bi giştî di bin zextan de ye. Em hunermend li dijî van zext, êrîş û êşan nabin bersiv. Beşdarbûna li Mîhrîcana Kurd kêm e. Niha ez hatim Stenbolê mîhrîcanê, lê beşdarbûna gel tine. Heman rewş ji bo Amedê jî lê ye. Li Amedê jî heman rewş heye. Gelê me beşdar nabe. Divê em tiştekî bikin. Gel beşdarî çalakiyên kolanê dibe, lê tevli şano û konseran nabe.”
‘Jiyan ne tenê xwarin, nan û av e’
Her wiha Mizgîn Tahir got, ew wek panelîst beşdarî mîhrîcanê bûye û li wir jî beşdarî kêm bû û weha dewam kir: “Divê em di nava gel de zêdetir bixebitin. Li Stenbolê pir zêde Kurd hene. Ev mîhrîcan û konser ji bo wan tên kirin. Divê bi awayekî aktîf beşdar bibin. Ev huner ji bo wan e. Ez wan fêm dikim. Ji welatê xwe dûr in. Hewl didin di warê aborî de li ser piyan bisekinin. Lê jiyan ne tenê av, nan û xwarin e. Jiyan çand e, jiyan fikr e, jiyan exlaq e, jiyan sekn e.”
ROJDA OGUZ/JINHA/STENBOL