
Parlamenterê Yekgirtûya Îslamî Xerîb Pênciwênî ragihand ku bêyî aktîfkirina parlmentoyê referandûm dikare pêk were û got: ”Lê divê ji bo referandûmê yasa ji parlmentoyê derbikeve û pêwîstî bi parlamentoyê heye.”
Di civîna 8’ê Hezîranê de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li gel hinek partî û aliyên siyasî biryar dan ku di 25’ê Îlonê de referandûma serxwebûnê were lidarxistin. Bê ku armanca referandûmê zelal be, gelek nêrînên cuda li ser referandûmê hene.
Têkildarî mijarê parlamenterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li parlamentoya Herêma Kurdistanê Xerîb Pênciwênî axivî û got: “Ew daxuyaniyên ku em dibihîsin ne ji bo serxwebûnê ye, gelek bala me dikişîne. Li gorî me bêyî aktîfkirina parlamentoyê jî referamdûm dikare were lidarxistin û ti pirsgirêk nîne.”
Li ser heman mijarê Parlamenterê YNK’ê Xelef Ehmed jî got: “Me her tim gotiye aktîf kirina parlamentoyê ji bo lidarxistina referandûmê merc e. Ji ber ku dem, cih û sedemên lidarxistina parlamentoyê girîng e. Referandûm mijarek nîştimanî, netewî û giştî ye. Têkiliya xwe bi hemû hêzên siyasî û komên gelê Kurdistanê ve heye.”
YNK nakeva nav lîstikan
Ehmed anî ziman ku eger referandûm ne ji bo serxwebûnê be ew naxwazin bikevin nav lîstikekê û got: “Bêyî aktîfkirina parlamentoyê ti wateyek referandûmê nîne. Em wek YNK ne ketine di bin wî barî ku referandûm bê aktîfkirina parlamentoyê pêkwere. Ji ber ku mijara referandûmê, diyar kirina mafê çarenûsê ye. Mafê çarenûsê jî armanca sereke ya YNK’ê ye. Li parlamentoyê dikare biryar li ser referadnûmê were dayin. Serok û Cigirê Sekreter û her 111 parlamenter amade ne û dikarin di 15 rojan de yasayekê ji bo referandûmê derbixin. Di vê yasayê de divê bersîva her sê pirsên kengê li kû derê û çima were dayin.”
NASYAR MISTEFA / SILÊMANÎ / ROJNEWS