ROJGAR HISÊN / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Jin di her qada jiyanê de çalak e, û bi rola xwe radibe. Jineke ciwan ya bi navê Deşe Kerîm li navenda bajarê Silêmaniyê xwaringehek vekir. Bi rêya xwaringehê derfetên kar ji bo mirovan peyda dike. Deşe Kerîm di sala 1990’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Li zanîngehê beşê Kurdî qedandiye. Ji zarokatiyê ve xwesteka wê ya çêkirina xwarinê hebûye. Deşe Kerîm niha li Taxa Aştî ya Silêmaniyê xwedî xwaringehekê ye û navê xwe li xwaringehê kiriye. Deşe Kerîm der barê vekirina xwaringehê de axivî û got; ”Destpêkê ev kar li gel kesên nêzî min û cîranên min xerîb bû, ji ber ku hîn ji bo civaka Kurd zehmet e ku jinek saet 06.00’ê sibê heta 13.00’an kar bike. Lê, piştre xelkê karê min dît û zanîn ka ez çi dikim. Niha piranî piştgiriya min dikin.”
Piştgiriya xelkê girîng e
Deşe Kerîm bal kişand ser eleqeya ji bo xweringehê û got;”Gelek kes bi taybet ji bo xwaringeha min ji dûr tên xwarinê li gel min dixwin. Ev jî gaveke baş e. Zêdetir baweriyê dide min. Piştgiriya xelkê û malbatê gelek girîng e. Lewma ez dixwazim bi karê xwe nîşanî civakê bidim ku jin dikarin bibin xwedî kar û serkeftî rêve bibin. Divê jin bi xwe bawer bin û ji bo bi destxistina armanca xwe bixebitin.”
Civak li pêşiya jinan dibe asteng
Ji Rêvebera Rêxistina Kar Ala Kemal jî diyar kir ku ji bo bi destxistina aboriya serbixwe divê jin bi xwe kar bikin û got: “Niha ji bo jinan zêdetir derfetên kar hene. Mînak, xwaringeha Deşe ne xerîbe. Jinên xwedî proje gelek in. Lê, ne li gorî xwesteka bazarê ne. Gelek caran civak jî li pêşiya karkirina jinan dibe asteng, lê niha hinek jinan karîne di gelek waran de kar bikin.”