Koordînasyona KJK’ê derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya KJK’ê de weha tê gotin: “Li ser axa Rojhilata Navîn û Kurdistanê têkoşîna azadiyê bi dijwarî didome. Rûyê hegemonîk ê mêrserweriya global, bêtir li dijî gel û jinan xwe dide nîşandan. Rûyê tazî yê pergalê em li vê derê bêtir eşkere dibînin. Rûyên wan ên ku dijminatiya jinan dike, herî zêde li vê derê tê dîtin. Êrîşên hovane yên DAÎŞ’ê yên li dijî Şengal, Mûsûl û Efrînê mînakên herî vekirî ên vî tiştî ne.
Tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn û ên li Kurdistanê li hemberî rejîma faşîst a Tirkiyeyê bi berxwedanê dikevin 25’ê Mijdara 2019’an. Dewleta Tirk ji bo ku krîzên xwe yên ekonomîk û siyasî derbas bike, êrişî Kurdan, jinan û gelan dike. Tişta ku di sala 1915’an de anîn serê Ermenan niha jî dixwaze bîne serê Kurdan. Ev polîtîka bêyî hêzên hegemonîk, DYE, Rûsya û YE pêk nayê. Heke wan destûr nedana wê ev êriş pêk nehatina.”
ANF/BEHDÎNAN