“Dema li her parçeyê Kurdistanê êrişek li dijî gelê Kurd çêbû, ew Koordînasyon wê biryarê bide ku gelê Kurd biparêze. Bi nêrîna min ev yek ji Kongreya Neteweyî girîngtir e ji Kurdan re. Nexasim pêwîst e di demek kurt de PKK, YNK, PYD û Partiyên Rojhilatê Kurdistanê vê yekê bikin.”
Westa Resûl destnîşan kir ku hebûna artêşa Tirk û ya Îranê li Iraqê û Kurdistanê xîzmeta gelên herêmê nake û wiha peyivî: “Mixabin hêzên Tirkiyeyê bi niyeteke nebaş hatine Herêma Kurdistanê. Ez nizanim hatina van hêzan bi lihevkirina bi aliyekî siyasî re çêbûye yan na. Lê belê ji bo min ku fermandarekî leşkerî me, nehatiye zelalkirin ka ev hêz ji bo çi hatine. Ez wer difikirim ku ji bo dagirkirina Mûsilê hatibin. Ji bo wê hatine ku ji pişt ve xencera jehrî li hêzên PYD yên li Rojavayê Kurdistanê bidin. Hatine ku li herêmê tevlîheviyan çêkin. Ger ne wisan be, hatina vê hêzê ti bandorê li ser şerê li dijî DAIŞ’ê nîne. Ez wan wek hêzeke dagirker dizanim.”
‘Ez bi caran bûme şahidê qehremaniya gerîlayan’
Resûl têkildarî hebûna gerîla li Başûrê Kurdistanê got, ji bo parastina bajarê Kerkûkê gerîla xwedî roleke baş e û bi vî rengî dewam kir: “Dema destpêkê ku hatin, ji bo parastina Kerkûkê pêwîstiya me bi wan hebû. Niha jî di heman bereyê de em li djî terorîstên DAIŞ’ê şer dikin. Roleke wan hebû û ez bi caran bûme şahidê qehremaniya gerîlayan. Gerîlayên PKK’ê her weha li vir şehîd dane, ev yek ji bo gelê Kurd gelekî girîng e ku gerîla û pêşmerge ji bo armancekê di heman bereya parastinê de cih bigirin. Gerîla di parastina Kerkûkê de bi roleke dîrokî rabûye”
‘Ji Kongreya Neteweyî girîngtir e’
Fermandarê Pêşmergeyan Westa Resûl got, halê hazir du rê li pêşiya Kurdan hene, ya yekemîn pêkanîna yekitiyê ye, vê xalê wekî “neserketî” bi nav dike û rêya duyemîn jî wiha pêşniyaz dike: “Derfeteke din jî li pêş Kurdan heye, ew jî ew e ku partiyên ku xwedî hêzên leşkerî ne, Koordînasyoneke Leşkerî di nava xwe de ava bikin. Ji bo dema li her parçeyê Kurdistanê êrişek li dijî gelê Kurd çêbû, ew Koordînasyon biryarê bide ku gelê Kurd biparêze. Bi nêrîna min ev yek ji Kongreya Neteweyî girîngtir e ji Kurdan re. Bi taybetî pêwîst e di demeke kurt de PKK, YNK, PYD û Partiyên Rojhilatê Kurdistanê vê yekê bikin. Ji ber ku dijminên gelê Kurd siyaseta xwe ya tinekirina Kurdan didomînin.”
SORAN MIHEMED / ROJNEWS/KERKUK