Parlementerên Parlamena Herêma Kurdistanê li ser girîngiya  yekitiya neteweyî peyivîn. Parlementerê Tevgera Gorran Daban Mihemed diyar kir ku “pêwîst e em hemû xwedî yek deng bin û ji bo avakirina yekitiya neteweyî divê rêz li demokrasiyê were girtin” û wiha dewam kir: “Mixabin di dema bihurî de li Başûrê Kurdistanê referandûmek hat li darxistin, lê vê referandûmê Başûrê Kurdistanê ber bi rewşeke aloz ve bir.”

Divê destketî werin parastin

Di dewama axaftina xwe de Daban Mihemed got, “Li parçên din ên Kurdistanê xebat û têkoşîn dewam e. Pêwîst e ku di vê qonaxê de li Kurdistanê em hemû xwedî yek deng bin. Em wek Tevgera Gorran dibêjin, divê hemû destketiyên Kurdistanê parastî bin û werin parastin. Heger pêwîst jî bike divê berdêl ji bo parastina van destketiyan werin dayîn.”

Lazim e em guh bidin hev

Li ser heman mijarê Parlementerê Nifşê Nû, Diyarî Enwer jî wiha nihêrînên xwe anîn ziman: “Ew pêngavên ku di dema bihurî de hatin kirin, ne ji bo parastina yekîtiya neteweyî ya Kurdan bûn. Parastina yekîtiya neteweyî bi rêzgirtina li hemû aliyan, yasa, demokrasî û guhdan li fikrên cûda çêdibe û bi vî awayî yekîtiyeke neteweyî dikare were çêkirin.”

 

ROJNEWS/HEWLÊR