Rûsyayê careke din got, divê Kurd tevlî danûstandinên Cenevre-4 bibin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîkhaîl Bogdanov da xuyakirin ku divê Kurd tevlî danûstandinên Cenevre-4 bibin, ku ji roja Şemiyê û vir ve di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de dewam dikin.

Bogdanov bi daxuyaniyekê ragihand ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra bi heyeta rejîmê û ya muxalîf re ji hev cuda hevdîtinan dike û anî ziman ku ji bilî axaftina destpêkê ya civînê, de Mîstûra nekariye heyetan li hev bicivîne.

Serokê heyeta rejîmê, Nûnerê Daimî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî, Beşar Caferî jî diyar kir ku de Mîstûra belgeyek radestî wan kiriye û ew ê li belgeyê bikolîn. Caferî da zanîn ku di civîna destpêkê de tenê formata hevdîtinan hatiye nirxandin.

Serokê heyeta muxalîf Nasir Harîrî jî da xuyakirin ku tedbîr an jî gavên spesîfîk li ser pêvajoya demkî ya derbasbûnê ya siyasî, hê nehatine nirxandin. 


 ANF / CENEVRE