
Di Rojhilata Navîn de îro mijara herî zêde tê nîqaşkirin bê gûman rewşa Sûriyeyê ye. Ev du sal zêdetir e li Sûrî pevçûnên pir dijwar diqewimin. Li gel piştgiriya dewletên Rojava hêzên mûxalif nikarin rêjîmê birûxînin. Li Sûriyeyê rewş pir aloz e û bûye girêka kor. Niha li heremê hêza herî birêxistin û bihêz ya Kurdan. Li ser rewşa Sûriyeyê bi taybet li ser rewşa gelê Rojavayê Kurdistanê siyaseta ku li heremê tê maşandin di qada navnetewî de, li heremê çawa tê nerîn. Hevserokê PYD Salih Muslim ji bo beşdarî 3. Konferansa Netewî ya ku bi navê “Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de rola Rojhilatanavîn a Demokratîk” ku wê 29 Nîsanê li paytexta Rûsya Moskowayê bê lidarxistin ji ANF´ê re axivî.
Muslîm diyar kir ku dixwazin pirsgirêka Kurd li Rûsyayê baş bidin naskirin û hewldanên Rusyayê yê li Suriyê û Rojhilata navîn jî nirxand û diyarkir li ser siyaseta navneteweyî bi taybet li ser siyaseta Rojhilatanavîn bandoreke girîng ya Rusyayê heye. Muslîm anî ziman du hevdîtinên li Rusyayê de anîne ziman ku ‘bê çareserkirina pirsgirêka Kurd demokrasî li Sûriyeyê ava nabe’ û ji ber vê yekê neçar in pirsgirêka Kurd çareser bikin û pêwîste di gotinên wan de siyasetek Kurdî jî hebe. Muslîm got, ""Ez dikarim bêjim çi di hevdîtinên berê çi jî di hevdîtinên niha de hin gav hatine avêtin. Ger îro weke aliyê Kurd me dibînin û dixwazin bi pirsgirêka Kurd re eleqedar bibin naxwe bandora hevdîtinên me çêbûye. Bê gûman ev yek jî ji bo me pêşketinêk erênî ye.
Divê Kurd werin qebûlkirin
Muslîm der barê pêvajoya aştiyê de jî axivî û anî ziman ku ev pêvajoyê wê bandorê li ser tevahiya Kurdistanê bike. Muslîm anî ziman ku divê kurdên li Rojava di qada navnetewî de bi awayekî fermî werin qebûlkirin û weha axivî: "" Ji hêla welatên Rojava neqebûlkirina hêzên Kurd û siyaseta Kurd ji nerînên wan zêdetir li gor min nêrîna dewlata Tirk e. Tirkan ji bo berjewendiyê xwe pirsgirêka Kurd ji bo dewletên Rojava weke şantajekê bi kar aniye. Li hemberî dewletên NATO, mînak Fransa, Îngilîstan û Almanya her wiha li hemberî gelek dewletên din ev hatiye bikaranîn. Ger îro lihevhatinek çêdibe, wê siyaseta dewletên rojava jî li hember Kurdan bê guhertin. Wê demê siyasta şantajê ji holê radibe. Em hêvî dikin ku wê bi çavekî pozîtîf li pirsgirêka Kurd binêrin. Li gor min hevdîtinên ku niha li Îmraliyê tên kirin girîng in. Tiştê berçav jî diyar e encamên wan hevdîtina baş e û serkeftî ye. Paşvekişîna hêzên çekdar jî hêza tevgera Kurd dide diyarkirin. Bê guman îro tevgera Kurd li ser siyaseta Rojhilatanavîn jî bandora xwe heye. Êdî kes nikare wê ji nedîtine ve were. Dewletên Rojava li Rojhilatanavîn nikarin hêza tevgera Kurda ya wisa mezin ji neditinê ve werin û înkar bikin. Ji bo vê yekê jî neçar in ku riyekê bibînin û pêre têkevin nav tekîliyê û diyalogê pêş bixin.”
Pêdiviya me bi hêzeke din tune
Muslîm der barê paşvekişandina gerîlayan de jî anî ziman ku nûçeyên dibêjin gerîlayên paşve bikişin wê biçin Rojava ne rastin û weha anî ziman: "Yê biryara paşvekişandinê girtine hesabê bicîkirina gerîla jî kirine. Dema me dest bi serhildana kir em benda ti kesî nebûn û me ji ti kesî nexwest alîkarî bidin me. Em têra xwe hene hêzê me têra me dike. Heya niha hêza me bi awayekî serkeftî gelê xwe parastiye. Ji bo kes bê gel me yan jî alîkarî bide me, me bi ti kesan re hevdîtin nekirine. Di paşvekişandina gerîla de em ne alî ne û ne pêwîste ku ji me bê pirsîn jî. Bi hezaran ciwanên me hene hatine perwerdekirin û îro bi awayekî serkeftî li Rojava gelê xwe diparêze. Ji ber vê yekê ev mijar li gel me nehatiye rojevê."
Helwesta dewletan nakok û tarî ne
Muslîm anî ziman ku 5’emîn Civîna Dostên Sûriyeyê li Stenbolê hat lidarxistin de jî anî ziman ku ev civîn bi armanca ku di qada navnetewî meşruyetê bide hêzê muxalîf tên lidarxistin lê heya niha negihiştine armanca xwe. Muslîm ev pirs kir: "Dibêjin em pişgirî dikin gelo pişgiriya hêzê siyasî dikin, ger wisa be ka ev hêze siyasî yan jî pişgiriya hêzê leşkerî dikin em baş nizanin." Muslim anî ziman ku nakokiyên pir mezin hene, hêzên çekdar yê niha şer dikin bi wan ve negirêdayî ne û gelek ji wan Selefî û Cihadî ne. Heverokê Muslîm ji bo helwesta dewletên rojavayî jî bilêv kir ku têkiliyên nakok û tarî tên meşandin û got, "Divê dewletên Rojava xwe di vê de zelal bike. Bi rastî demokrasiyê dixwazin an naxwazin. Ger hûn demokrasiyê dixwazin bi hêzên demokrat re tekîlî pêş bixin û xwe ji yê ne demokrat jî dûr bixin. Diyar e ku dewletên Rojava çareseriyê naxwazin. Eniya El Nusra di nav wan de ye, em dizanin, li Tirkiyeyê cihê wan yê perwerdeyê jî heye û li dijî Sûriyeyê dixebitin. Gelo alîkarî dane wan jî? Ger alîkarî didin wan jî wê demê çima hûn Cehwetil Nisra dixin lîsteya terorê? Bi giştî armanca van civîna ne diyar e. Piştgirî didin hêzên demokratîk an hêzên çekdar çareseriyek çawa dixwazin?"
Emê gelê xwe biparêzin
Muslîm anî ziman ku divê di nav muxalefetê de yekîtiyek çêbibê û bi komên cuda û ku dixwazin pirsgirêkan bi çekan çareser bikin aloziya li Suriyeyê nikare were çareserkirin. Muslîm got, Artêşa Azad jî di nav xwe de perçe perçe ye. Destê kê di bêrîka kê de ye ne diyar e. Gelek grubên çete hene ku bi me re şer dikin dibêjin em Artêşa Azad in. Li Helebê jî komên bi vî rengî hene mînak hêzên Xalit Heyanî neye ku em dizanin ev kes nêzî rejîmê ye. Gelek hêzên dewletê jî di bin navê Artêşa Azad de tevdigerin. Ji bo vê jî siyaseta me ya Kurdî parastina gelê Kurd e. Ji kîjan aliyî ve êrîş bê ser gelê me emê gelê xwe biparêzin ev mafê me yê rewa ye.” Muslîm her weha da zanîn ku ti têkiliyê wan bi rejîma Suriyeyê re nîne û dixwazin wan tewanbar bikin û got di çarçoveya parastina rewa de wê gel bi her awayî biparêzin.
Hevserokê PYD´ê Salih Muslîm di vê pêvajoyê de bal kişand ser giringiya yekîtiya Kurdan a netewî jî diyar kir ku berî her tiştî eger Kurd di nav xwe de yek bin, dikarin cihê xwe di qada navnetewî de bigrin û bibin xwedî hêzek. Muslîm wehe got: "Ji ber vê yekê hêzên navnetewî gelek ji wan ji niha ve destpêkirine êdî Kurdan jî dixin nav planê xwe. Di vê çerçoveyê de dixwazin tekîliyê çêkin û nas bikin. Li gor nerîna min di sedsala 21’an de wê Kurd cihê xwe di cîhanê de bigrin. Li ser vî esasî tekîlî tên nûjenkirin.”
ÊRÎŞ QOSER / ANF/MOSKOW
Li Rusya konferansa Kurd
Li paytexta Rûsya Moskowê 3. Konferansa Neteweyî ya Kurdan pêk tê.
Yekitiya Saziyên Kurdan ên Navneteweyî her sal li paytexta Rûsya Moskowê ji bo balê bikişînin ser pirsgirêka Kurd konfransê li dar dixin. Konferansa îsal îro li Akademiya Dîplomasiyê ya Têkiliyên Derve ya Federasyona Rûsyayê tê lidarxistin.
Serokê Otonomiya Çandî û Neteweyî ya Kurdên Rûsyayê Ferhat Fetî da zanîn ku Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim, Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, siyasetmedarên ji Civaka Dewletên Serbixwe, Qezekistan, Qirgizîstan û Azarbeycanê siyasetmedar û akademîsyen girseyeke qelabalix beşdarî konfransê dibin”
Fetî bal kişand ser rola Kurdan a di ji nû ve pêkanîna hevsengiya li Rojhilata Navîn û da zanîn ku ji ber wê jî ew konferansa îsal bi sernavê Rola Rojhilata Navîna Demokratîk a di çareseriya pirsgirêka Kurd de” pêk tînin.
MOSKOW