Li dijî gotinên Neçîrvan Barzanî ku digot “Li Başûr ne Tirk PKK dagirker e.” siyasetvanên Kurdan nerazîbûn nîşan da. Dr. Fayiq Gulpî derbirî ku divê Barzanî lêborînê ji gelê Kurd û PKK’ê bixwaze. Her wiha Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn jî rola gerilayên PKK di parastina Başûrê Kurdistanê de ya li dijî DAIŞ´î bi bîr xist û got: “Me dît çawa PKK’ê bi pêşmergeyan re axa Başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê parast.”
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke çapemeniyê de bêyî ku behsa dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê bike, PKK’ê bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê tawanbar kir. Siyasetvanê Kurd Dr. Fayiq Gulpî li ser vê peyivî û got: “Ne mentiqiye ku hêzek Kurdistanî li Kurdistanê dagirker be. PKK partiyeke Kurdistaniye û zarokên ji 4 parçeyên Kurdistanê di navê de cih digirin.”
PKK sînorê Başûr parast
Gulpî dema êrîşên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê jî bi bîr xist û got:”PKK ji bo çar parçeyên Kurdistanê dixebite. Eger ne ji PKK’ê bûya wê çeteyên DAIŞ’ê Hewlêr, Şengal, Mexmûr û heta Behdînanê jî ji destê Herêma Kurdistanê girtiba û dagirkiriban. Di dema şerê DAIŞ’ê de PKK sînorê Herêma Kurdistanê parast, di eniya herî pêş de cih girt û şehîd da. Hatina wan li ser daxwaza PDK û YNK’ê bû. Lê ya rastî eger ev hêz nexwestiba jî wê PKK bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê biparasta.”
Dijminên gelê Kurd kêfxweş dike
Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Fayiq Gulpî daxwaza lêborînê ji Nêçîrvan Barzanî kir û got: “Ti fêdeyeke daxuyaniyên wiha yên Nêçîrvan Barzanî ji bo wî, PKK’ê û gelê Kurd nîne. Ev tenê dijminên gelê Kurd kêfxweş dike. Ev daxuyaniyên Barzanî dilê gelê Kurd êşand. Ji ber vê divê Barzanî lêborînê ji gelê Kurd û PKK’ê bixwaze.”
Rewşa wan a heyî cihê şermê ye
Her wiha parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn jî daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî rexne kir û got: “Diviyabû daxuyaniya Barzanî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê hatiba kirin. Qendîl di dîrokê de bûye sembola têkoşînê, me dît çawa PKK’ê bi pêşmergeyan re axa Başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê parast. Erka hikumeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê ew e ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestên zelal nîşan bidin, rewşa wan a heyî cihê şermê ye.”
Kurdistan axa wan e jî
Emîn îşaret bi Qendîlê kir û got, her tim di dîrokê de bûye sembola têkoşînê û bûye bingehê şoreşa Rojhilat, Bakur û bi taybet jî şoreşa Başûr û wiha peyivî: “PKK hêzeke Kurdistanê ye, Kurdistan jî axa wan e. Me dît ku PKK’ê bi gelê Başûr û pêşmergeyan re li dijî DAIŞ’ê axa başûrê Kurdistanê parast û bi hev re mil bi mil li ber xwe dan. Divê niha jî wek rihê yekgirtinê li dijî dagirkeriyê bibin yek û li ber xwe bidin. Nabe em çavê xwe ji dagirkeriya Tirkiyeyê re bigirin. Divê hemû partî, saziyên sivîl û gelê başûrê Kurdistanê li dijî van êrîşên dagirkeriyê helwestên zelal nîşan bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN