Endamê Meclîsa parêzgeha Hewlêrê Dilêr Hisên bang kir ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê. Yek ji endamê civata nîştimanî ya Tevgera Gorran Hêmin Şêxanî komkujiyên dewleta Tirk anî ziman û got, li dijî vê divê bi awayên cûda helwesteke netewî were nîşandan û kel û pelên Tirkî werin boykot kirin.

Li başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, kampanyaya boykotkirina kel û pelên Tirkî hatiye destpêkirin. Her ku diçe piştgiriya ji bo kampanyayê mezin dibe û pêngav berfireh dibe. Li ser vê mijarê Endamê Meclîsa parêzgeha Hewlêrê û endamê civata nîştimanî ya Tevgera Goran  axivîn.

   

Endamê Meclîsa parêzgeha Hewlêr û endamê civata nîştimanî ya Tevgera Goran Dilêr Hisên balkêşa ser dagirkeriya dewleta Tirk û got; “Li gorî biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê divê leşkerên Tirk ji nava xaka herêmê derkevin. Lê berevajiyê wê Tirkiye dagirkeriya xwe û baregehên leşkerî zêde kiriye.

Li ser heman mijarê endamê civata nîştimanî ya Goran, Hêmin Şêxanî jî got; “Divê xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk be, kel û pelên Tirkiyeyê boykot bikin û bi şêwazên cûda helwestên xwe yên neteweyî nîşan bidin.”

 

 ROJNEWS/SILÊMANÎ