Yildiz û Seydaoglu: Em kovarê wek qada jinan hemûyan dibînin; her bawerî û nasname dikarin lê gotina xwe bibêjin. Ji çapa kovarê heta belavkirina wê xebateke kolektîf tê meşandin.

BÊRÎTAN CANOZER / JINNEWS/AMED

Kovara Jîneolojîyê bi dosya ‘siyaseta demokratîk’ bi hejmara xwe ya 14’emîn re derket pêşberî xwendevanên xwe. Edîtoriya kovarê îşaret pê dike ku ew karekî kolektîf dikin ji serî heta binî û bi xebata dildar jî kar û kovara wan zengîn dibe. Li gorî herdu edîtorên kovarê, ev kovar wareke ji hemû, reng û dengên jinan re.

Edîtora kovarê Ruşen Seydaoglu wiha got: “Ne tenê jin, divê mêr jî jîneolojiyê bixwînin, nîqaş bikin û xwe lêpirsîn bikin. Em bi jîneolojiyê re ji nû ve difikirin, ji nû ve hildiberînin û xwe digihînin jiyana ku em dixwazin.”

Kovara Jîneolojîyê ku 3 sale ji 3 mehan carekê tê çapkirin, hejmara wê ya (Tîrmeh-tebax-îlon) ya 14’emîn bi dosya ‘siyaseta demokratîk’ cihê xwe di refan de girt. Di kovarê de ji bo pirsên weke ‘Ji bilî siyaseta mêr dikin riyek din pêkan e? Di dîrokê de tecrubeyên siyasetê yên jinê çi derxist holê?’ li bersiva van pirsan tê gerîn û di vê hejmarê de ji Rojhilata Navîn heta Latîn Amerîkayê nivîsên gelek jinan cih digirin. Nivîsên 13 jinî cih digirin. Ji pênûsa Fîdan Can nivîsa ‘Dema jinan’, ji ya Nesrîn Orun ‘ji siyaseta dayikan ber bi siyaseta dayikan: têkoşîna Plaza De Mayo, Dayikên Şemiyê û Aştiyê’, ji ya Ayşe Berktay ‘Portreya Leyla Guven’ cih digire. Edîtoriya kovarê jî Rojda Yildiz û Ruşen Seydaoglu kir.

‘Kovar qada jinan hemûyan e’

Der barê kovarê de Rojda Yildiz axivî û got; “Em kovarê wek qada jinan hemûyan dibînin; her bawerî û nasname dikarin lê gotina xwe bibêjin.” Ruşen Seydaoglu jî der barê pêvajoya derxistina kovarê û belavkirina wê de axivî û got: “Piştî çapê pêvajoya belavkirinê dest pê dike. Ji çapa kovarê heta belavkirina wê xebateke kolektîf tê meşandin. Bi tevlîbûna dildaran jî pêvajoyeke gelek dewlemend pêk tê.”