
Ev demeke di navbera PYD û PDK’ê alozî derketibûn. Her wiha nakokiyên bi ENKS’ê re jî tên rojevê. Aloziyên heyî çine, ji holê rabûne yan ne û wê çawa ji holê rabin?
Niha hîn hevdîtin çênebûne ku alozî rabe lê hewildan hene. Ji bo rêkxistinên Rojava werin gel hev û pirsgirên xwe bi riyên dîplomasî çareser bikin û bikarin li ser berjewendiyên netewî yeketiya xwe çêbikin, KCK û Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo zemînek bi vî awayî ava bibe amadebûna xwe da bûn nîşakirin û piştgiriya xwe ji bo hatina cem hev ya aliyên siyasî yên Rojava ragehandibûn. KCK û Herêma Kurdistanê bi vê armancê li hev kirine. Li hevkirinê zêdetir bi awayê çawa dikarin alîkarî bidin avakirina anîna gel hev ya partiyên Rojava û têkildarî vê jî daxuyanî hatibûn dayîn. Ji bo vê jî em jî Desteya Bilind a Kurd van hevdîtin û piştgiriya KCK û Herêma Kurdistanê baş û pêngavek erênî dibînin. Lewma ev daxuyaniye û piştgiriye ji me re weke firsendekê ku, em bikarîn li Rojava di aliyê netewî û siyasî de nêrîna xwe bikin yek û bikarîbin bi awayek amade derbazî pêvajoya nû bibin li ser vî bingehî em hatine Herêma Kurdistanê.
Ji bo PYD’ê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Başûr ve tewanbarkirinên giran hatin kirin. Gelo têkildarî van daxuyaniyan ji gelê Rojava û PYD’ê re lêborîn hat xwestin yan ne?
Raste li Rojava hinek alî di aliyê astengkirina xebatên partiyên din yên siyasî de, PYD’ê guneh bar dikin. Ez dikarim bi awayek vekirî bêjim ku, ew aliyên hinceta xwe ya ‘ji ber PYD’ê em nikarin vegerîn Rojava û xebatên xwe yên siyasî bimeşînîn’ bizanabûn tê kirin û ne raste. Ji ber ku li hemû bajar û deverên Rojavayê Kurdistanê kîjan parti yan rêkxistinan xwestibe ji xwe re navendek veke, xebatên û çalakiyên xwe bide meşandin kesek li dijî xebatên wan derneketiye. Em hem wek partî hem jî wek Kurd hertim li dijî zîhniyeta yek fikir, yek partî bûne. Ji bo vê jî ne gengaze ku ev tiştên tên gotin rast bin. Aloziya di navbera PYD û PDK’ê de derketibûn sedema xwe ji pêşî lê girtina ketina birêz Salih Muslim a ketina Kurdistanê û daxuyaniyên PDK’ê yên ku dihat gotin li Rojava şoreş tuneye û dewir dayîn çêbû ye evane heqaret û bê mafiya herî giran û mezin a li ked û berxwedana gelê Rojava û bi taybet malbatên şehîdan hatiye kirine. Li ser van daxuyaniyên giran yên PDK’ê herî zêde alozî derket holê. Ji bo ku em bikaribîn rewşek aram, li hevhatinek û diyalogên çareseriyê çêbikin divê destpêkê ev nêrina çewt a li hember şoreşa Rojava bê guhertin. Bitaybetî ew nêrîna ku dibêjin ‘dewir dayîn’ çêbûye divê ji holê rabe. Ev di pileya yekemîn de erkê Serokê Herêma Kurditanê birêz Mesûd Barzanî ye ku divê ev nêrînên ne rast û ji heqîqetê dûr yên di derbarê Rojavayê Kurdistanê de hatine belav kirin û bi gelek aliyan dane bawer kirin ji holê rake û rastiya heyî raxe ber çav. Ji bo vê jî eger di vî alî de guhertinek çênebe, di aliyê li hevkirinê de jî çiqas rast be ev jî bi serê xwe mijarek ya nîqaşê ye.
Heta niha hevdîtinên we li ser navê MGRK’ê bi Hikumeta Herêma û Serokatiya Herêma Kurdistan re çêbûne yan ne? Gelo wê ji niha û şûnde wê çêbibin?
Heta niha tu hevdîtin çênebûne. Ji niha û pêde wê çêbibin. Ji bo hatina birêz Salih Muslim daxuyanî hatin dayîn, wî jî di aliyê xwe de têkildarî van hevdîtinan daxuyanî da bû ev daxuyaniyane erênî ditibû. Li ji ber demê wî û programa wî dagirtiye û di van hevdîtinên me de hinek mijar hene pêwiste bên nîqaş kirin û zelal kirin. Li gorî wê jî wê hatina Muslim jî bê zelal kirin û wê çêbibe. Her wiha endamên Desteya Bilind a Kurd a ji Meclîsên Rojava ji bilî birêz Salih Muslim ez, Aldar Xelîl, Sinem Mihemed û Ebdulselam Ehmed di hevdîtinê de wê cih bigrîn.
Tê xwestin di civîna Hewlêrê de peymana xwe ya Desteya Bilind nû bike. Hûn weke MGRK di vê civînê de ji bo ENKS dîsa beşdarî xebatên xe yên desteyê bibe çi şertên we ji wan re hene?
Ji destpêkê ve me gotiye em hertim ji danûstandin, diyalog û çêkirina yeketiyê re amade ne û deriyê me ji hemû aliyan re vekiriye. Em hertim di nava hewildana pêkanîna vê yekê de bûn. Lê gava ku me xwestiye tiştên ku me axaftine û nîqaş kirine bêxîn pratîkê, hinek partiyên di nava Encûmena Nîştimaniya Kurd a Suriyê (ENKS) cih digrin ku eger mirov navek li wan partiyan bike; ‘blokek ya astengdar û astengiya derdixîne, nahêle kar bimeşe’ ewin yên ku herî zêde bandora xwe li ser biryara ENKS kiriye û nehêlaye yeketiya Desteya Bilind a Kurd bigehe armanca xwe. Herwiha van partiyan nehêlaye biryarên hevbeş yên ku ji aliyê herdu meclîsan Meslîca Gelê Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Enîya Nîştîmaniya Kurd a Sûryê (ENKS) girtine, bikevin pratîkê û serbikevin. Ji bo vê jî em niha jî dixwazîn eger diyalogek pêşbikeve û yeketiyek çêbibe, nêrînek me heye û di vê nêrîna xwe de em bibiryarîn ku, di serî de ew nêrîna ku tê gotin li Rojava şoreş çênebûye bê şert û merc divê bê sererastkirin. Dibe ku PYD bi partiyên din yên Rojava re di aliyê zîhnîyet û fikir de ne yek bin lê ji bo berjewendiyên gel û xaka Rojavayê Kurdistanê hemû fedekariyên pêwîst kirine û ya tê xwestin çiye bi hemû jêhatina xwe dike.
Desteya bilind ev demek dirêje ji ber nacive nikare xebatên xwe bide meşandin Sedemê komnebûyîna Desteya Bilind çiye?
Desteya Bilind ne ku kom nedibû, meha derbazbûyî dejî çend caran civiya. Lê di van rûniştinan de mijarên ku pêwîste derkevin pêş, dernakevin. Yên ku divê piştre bên çareser kirin ewana derdikevin pêş. Min qala partiyên astengkar yên Rojavayê Kurdistanê kir. Van partiyên astenkar tu caran nehêlane biryarên Desteya Bilind bihigin armanca xwe. Ev dibe sedem ku aliyê Desteya Bilind a ENKS raweste lê MGRK tu car bi tu awayan xebatên xwe ne sekinandine. Lewra aliyê ku hertim dixwaze Desteya Bilind pêşbikeve meclisa me MGRK ye. ENKS ji ber partiyên astengkar xebatên xwe yên desteya bilind sekinandine lê MGRK beşe xebatên xwe yên Desteyê hemû karên xwe yên weke ewlehî, asayiş, akademî, dîplomasî û siyasî bê hempa didomîne. Ev hêzên astengkarên Şoreşa Rojava talimatek ji wan re heye ku divê hûn li pêşiya proje û xebatên Desteya Bilind a Kurd bibin asteng û nehêlin ew serbikevin. Lewma ew jî di her firsendê de vê talimata xwe pêktînin.
Piştî ku alozî di navbera MGRK û ENKS’ê de derketin, ENKS’ê têkiliyên xwe bi muxalefa Suriyeyê re çêkir û beşdarî maxalefetê bûn. Di vê rewşê de têkiliyên wan bi muxalefeta Suriyeyê re hûn çawa dibînin?
Beşdarbûna bi vî şêwazî di nav koalîsyonê de em şaş dibînîn. Heta vê deqîqeyê jî em rast nabînin. Beşdarbûna wan a koalîsyonê bi vî awayê lewaz bi armanca şoreşa Kurd parçe bikin hatiye kirin. Dema ku beşek yê Desteya Bilind çû tevlî koalisyona Sûryeyê bû wê demê îrada Kurdan zerer dibîne. Koalîsyona Sûryeyê di biryarên xwe de dibêjin piştî rejim hilweşiya wê demê dê doza Kurd bê nîqaşkirin. Niha taloqkirina mafên gelê Kurd a piştî hilweşîna rejîmê bi serê xwe lêyîstokek herî mezin û herî girane li serê Kurdan tê kirin. Bikurtî dûbarebûna Lozan’ê ye. Rexmê vê partiyên Kurd yên di nava koalisyona Sûryeyê de naxwazin bibinin, di vê de bi israrin û dixwazin me jî tevlî vê leyîstoka qirêj bikin. Koalisyona Sûryeyê jî bi tu awayî garantiya pêşeroja Kurdan nade. Ji bo vê jî divê Encûmena Nîştîmanî (ENKS) ji niha de ji xwe re li riyên vegerîna ji nav koalîsyonê bigere. Eger vê neke wê tune bibe.
Yek ji mijara bingehîn a aloziyê jî hewldanên ENKS’ê yê avakirina artêşa duemîn e. Di vê mijarê de helwesta we çi ye?
YPG ji xwe ne di nava bajaran de ye. YPG li deverên sînorin. Bitaybet li sinorên welatên ciranê Rojava û sînorên komên çete lê hene YPG li wan deverane. Ev hêzên ku dibêjin bila YPG ji nava bajaran derbikeve bi awayek biplan û bizanabûn dikin. Li rexmê berxwedana YPG’ê a ku ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn jî, lê van hêzan li hember YPG’ê kampanyaya reşkirinê daye destpêkirin. Eger ev qas berxwedan hatiye dayîn, şehîd hatine dayîn, gelê me ji êrîşên komên çete û dijminan hatibe parastin bila baş bizanin ku ev bi saya YPG’ê û hêzên ewlekariyê ve hatiye kirin. Di vê mijarê de nêrîna me wek berê ye. Di bin banê Desteya Bilind de hêzek hevbeş çêdibe, ev hêze di bin navekê de çêdibe, du hêz çênebin. Yek qomîteyek leşkerî çêdibe, ew qomîte jî sivîlin. Ew dibin berpirsyarê vê hêza leşkerî. Lê du hêzên leşkeri li Rojavayê Kurdistanê tu carî çênabe. Yên ku dibêjin hêzên me hene bila bên xwe tevlî vê hêzê bike.
NÎHAT KAYA/WEHBÎ DEMÎR/DÎHA/HEWLÊR