Entelektuelî, medîa hinekî darizandin û hesappirsîn e. Qanûnên netew-dewletan, formulekirina berjwendiyên koma elîtîst e. Sosyolog Cemîl Merîç jî, qanûnan weke “sênc”, Voltaire jî weke “qanûnên pilingî” bi nav dike. Ev meşrûkirina qirkirin û tunekirinê ye!
Feylesofê Emerîkî John Keane jî,  qanûnan wek peymanên navbera hêzên dewletê  û astengiya li pêşiya ramanê azad, maf, azadî dibîne.  Komara Tirkiyê jî, bi qanûnên  “Şark Islahat qanûnu” hatiye îşkdan. Bûye aşê hêrtina gelan. Dewleta AKPe, îro jî di şerê sêyemîn yê cîhanê de heman sucî  dike.
Bi gotinên olî ber bi rejîma totalîter ve diçe. Bi vî rengî daxwazên gel yên demokratîk, ant-î meşrû ilan dike û bi tedbîrên polîsî dîtinên xwe bi zorê dide qebûl kirin. Bûyerên 6-8ê Cotmehê, bûyerên li Cizîrê û êrîşa li dijî “kampanya ji bo Ocalan azadî” mînak in. Dewleta AKPe, êdî ketiye riya mîlîtarîst…
Generalê darbekar Kenan Ewren, bûye rêzanê Pat-î Erdogan. Bi makyajeke xerab, sîstema otokratîk û makyawelîst dimeşîne.  Ocalan, piştî hevdîtinên bi şandeyên dewletê re û hinek soz û peyman, hinek nexşe û deklerasyonan, di Newroza 2013an de peyamek  ji raya giştî re deklere kir. Cîhanê, peyam silav kir.  Dewleta AKPê jî, di her firsetê de dibêje, “pêvejoya çareseriyê dimeşe”. Ev “îkrar”ê, yanî, erêkirin-tasdîkkirin e. Di literature hiquqî de jî, tê wateya; agahî û destnîşankirina dana deynê kesên din. Komara Tirkiyê deyndarê gelê Kurd e û “îkrar”a dewleta AKPê jî, qebûlkirina ku ewê deynê gelê Kurd teslîm bike. 
Ocalan vî deynî,  di çarçoveyeke maqûl de, li gorî demokrasiyek rast, “dewleta demokratîk, gelê demokratîk, destûrnameya demokratîk” pêşniyaz dike;  siyaseta demokratîk dixwaze. Ji bo vê jî sîstema xweseriya demokratîk-herêmî pêşniyaz dike. Ev sîstem, li Ewropa  jî  tê nîqaş kirin. Êdî netew-dewlet û demokrasiya parçekirî, nema dikare bersiva gelan û komên xelkê bide.
Ocalan, çavkaniyên xwe kûr û fereh, kevin û nû digire dest û argumentên xwe jî bi vî rengî diavêje holê.  Gelê Kurd jî ji bo ku rêberê xwe di nava xwe de bibîne, bi riyên demokratîk têkoşînê dike. Kampanya imzeyan, “ji bo Ocalan azadî” di vê çarçovê de kire pratîkê. Li Ewropa jî, ji 25ê Hezîrana 2012an û heta îro, li Strasbourgê  li ber Konseya Ewropa “nobeta azadiya Oclan û girtiyên azadiyê” tê girtin. Cîhana kerûlal, naxive, vijdanê razayî jî şiyar nabe!...
Dewleta AKPê, xeraptir ji desthilatdariya Apartheid guhên xwe girtine; ji berdêla bersivê bide  daxawazên gelê Kurd, geh komujiyan dike, geh li kolanan ciwanên kurd, zarokên Kurd dikuje, geh çeteyên wek El Nusra saz dike, geh hevkariya çeteyên wek DAIŞê dike, geh kontrayên weke Huda-huzb-ul-kontra saz dike û xwedî dike. Ev îxaneta li hemberî “îkrar”ê ye!...
Ji aliyekî ve bi Rêberê Kurd Abdullah Ocalan re, di qada dewletî de hevdîtinan dike, ji aliyê din ve Haraketa Azadiya Kurd û gelê Kurd terorize dike. Ev siyaseta diru û bêexlakî ye!...
Bi gotina  Jean Paul Sarte, ne em teva, “ew teva kujer in”.  Deweleta AKPê, nikare bibe çakûç û sindan.  Binêrin AKP, li Başûrê Kurdistanê dostûyar e, heval û bira ye, li Rojava dijmin û kujer û dagirker e!..  Li Imralî hevdîtinan dike, şandeya HDPe û KCD ligel Ocalan cîvinan çêdike; li kolanan zarok û ciwanan dikuje, li Cizîr û Şirnexê provaqasyonan dike…  Ev îxaneta li hemberî demokrasî û ademiyetê ye.
Li gorî min, qedexeya hevpar ya eşkere kirina encama hevdîtinên li Imralî jî şaş e. Gelê Kurd jî, raya giştî ya Tirkiyê jî meraq dike. Ev bin pê kirina mafê gelerî û mafê gel yê fêrbûna rastiyan e. Gelê Kurd jî li gorî encama civînên li Imralî rojeva xwe  diyar dike.
Qonaxa îro: Gelê Kurd, di şerê sêyemîn yê cîhanê de, bûye dengeya li Rojhilata Navîn…  Daxwaza azadiya rêberê xwe dike… Ji bo vê çalekiyan lidardixe, kampanyayên li hundir û derve li dar dixe…  Receb Tayyip Erodgan, eger dixwaze wek lîderekî  were dîtin, dive bibe fîgurekî dewletî. Fîgurtiya dewletî jî, ne bi sîrka Osmanî li qesra serokdewletê, bi azadkirina Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare çêbibe.
Ji bo vê jî dive entelektuelên Kurd, medya Kurd, sazî û dezgehên civakî, kişûmat, “ji bo azadiya Ocalan û girtiyên azadiyê-girtiyên nexweş” kampanyayên cûreyî bidin destpêkirin.  Divê dewleta AKPê bikin bin lêpirsîne. Birîna mûmarî dewleta Tirk e, piştre Îran e… Ji bo vê jî, dive Kurd baş zanibin ku paşerojên azad û jiyana bi rûmet ya Kurdan, (rawestandina dardekirinên li Iranê) di azadiya Ocalan de veşartî ye.
Di şerê sêyemîn yê cîhanê de, bêhtir ji her xakê, Kurdistan diheje…  Şervan jî ne artêş in, çeteyên ku ji aliyê dewletên dagirkerên Kurdistanê ve têne xwedî kirin in. Divê em lîderên weke Pat-î Erdogan  bikin bin lêpirsînê… Divê, qelemşorên li ser alifên AKPê jî, hevsarên xwe biqetînin, qeyd û merbetên xwe bişikînin.
Eger Ocalan girtî be, tecrîdkirî be; wê Rojava û Başûr dibin êrîşa çeteyên faşîst de be, Başûr wê dibin dagirkirina aborî û kulturî de be; li kolanan jî wê ciwan û zarokên Kurd werin kuştin; li Rojhilat jî wê ciwanên Kurd werin dardekirin, medya Kurd jî wê li sirgunê be, Yekîtiya Neteweyî jî çênabe.
Ocalan ne kesek e, gelek e û tê wateya mafên gelê Kurd. Mînaka wê jî, Fransa De Gaulle û lîderê Cezayir Ben Bella ye!.. Yan jî Başûrê Efrîka Apartheid û  Nelson Mandêla ye!...