Yekîtiya Şaredarên Misilman ên Brîtanyayê got, “Divê Ocalan azad bibe û rola xwe bi cih bîne.”
Kampanyaya Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ya ku sendîkayên li Ingilîstanê dane destpêkirin, roj bi roj mezintir û geştir dibe.
Li ser navê gelên Efrîkaya Başûr, rêxistina civakî ya bi navê Tevgera ji bo Efrîkaya Başûr piştî banga ‘Azadî ji bo Ocalan’, Yekîtiya Şaredarên Misilman ên Brîtanyayê jî banga ‘Azadî ji Ocalan re’ kir.
Da ku Ocalan bi rola xwe rabe
Serokê giştî yê Yekîtiyê ku 120 şaredarên Misilman di bin banê wan de rêxistinkirî ne û Şaredarê Forestê, Liaquat Alî xwest Ocalan bê serbestkirin da ku ji bo aştî û demokrasiyê bi rola xwe rabe.
Liaquat Alî bal kişand ser bi sedan şaredarên Kurd û endamên meclîsê yên ku hatine girtin û got, “Divê girtiyên siyasî bên berdan, ji bo aştî û demokrasiyê ji nû ve muzakere bên destpêkirin.”
Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal ê ku piştgiriyê dide kampanyaya azadiyê ya ji bo Ocalan, diyar kir ku bi gelên din re ew ê xebatên hevpar bikin.
Şaredarê berê yê Harringeyê û yek ji rayedarên kampanyaya ‘Edalet ji bo Kurdistanê’ Alî Gul Ozbek jî bang li her kesî kir da ku beşdarî resepsiyona ‘Edalet ji bo Kurdistanê’ bibin a ku di 17’ê Kanûnê de bi malovaniya endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Londonê wê pêk bê.
LONDON