PDK tu karê wê nemaye ji bilî reşkirina tecrûbeya Rojava. Bi hemû alavan ev partî ji xwe re têkbirina federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeye kiriye armanc. Di ragihandina xwe de li dijî karê diplomasî û eskerî yê ku federaliya Rojava pê radibe, hemû şêweyên nûçeyên bêbingeh û derewan belav dike. Şerê ku niha PDK di gelek waran de li dijî Rojava dimeşîne, şerê dewleta Tirk tîne bîra mirov.
Her dema ku federaliya Rojava nûnertiyekê li paytexteke Ewrûpa vedike, ew rastî êrîş û derewên Mediya PDK´ê tê. Bi riya kanalên televizyonên ku PDK li dijî Rojava û YPG´ê avakiriye, ev partî dixwaze hemû destketiyên Rojava biçûk bixe, moralê gel û vîna berxwedanê têk bibe. Ev ji bilî ambargoya aborî ya ku PDK bi riya dergehê Sêmalka li dijî gelê Rojava bi rê ve dibe, diqewime.
Ji bilî siyayeta ambargoya aborî, hemleyên reşkirinê û belavkirina derewan, her weha PDK di warê siyasî û diplomasiyê de jî şerê Rojava dike. Di her civîna xwe ya bi berpirsên welatên Ewrûpa û Emerîkayê de, PDK li dijî PYD û Rojava kampanya reşkirinê gurr dike. Ji welatên cîhanê dixwaze ku ew statûya Rojava nas nekin û destê hevkariyê nedin QSD û PYD´ê. Ev şerê ku PDK bi hevkariya AKPê û Erdogan li dijî Rojava, PYD û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi giştî dike, eşkere û diyar bûye.
Jixwe di van rojan de, PDK ji ber têkiliyên Hevpeymana Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê li gel hêzên QSD û Rêveberiya Rojava dîn û har bûye. Ew gelekî ji serdanên berpirsên eskerî yên Emerîkayê ji bo Rojava aciz û bêzar bûye. Ew naxwaze ku DYE hêza Rojava mîna hevkara xwe ya sereke li dijî DAIŞ´ê bibîne. Ji ber hindê, têkiliyan bi DYE´yê re çêdike û mîna AKP´ê û Erdogan derewan belav dike û PYD û Rojava bi ‘dîktatoriyê’ û ‘têkbirina hêzên muxalif’ tewanbar dike.
Êrîşên PDK´ê ne tenê li ser asta berpirs û kadroyên partiyê ye, lê her weha Mesûd Berzanî bi xwe jî beşdarî vê êrîşê dibe. Di hevdîtineke beriya 2 rojan de bi rojnameya (Neue Züriche Zeitung) a Swîsreyê, Berzanî êrîşên giran anî ser PKK, HDP, Rojava û PYD´ê. Berzanî pesnê Erdogan û AKP´ê da û diyar kir ku evan dê pirsa Kurdî çareser kiribana, lê Kurdên Bakur derfet nedan Erdogan û jê re nebûn alîkar! Bi kurtî hemû axaftin û nihêrînên ku Medya AKP´ê li ser Kurdan û berxwedana wan li Rojava û Bakur dibêje, serokê PDK´ê ew dubare kirin. Her weha wî bi şêweyekî neyekser ji welatên cîhanê xwest ku ew Kurdan nas nekin û li gel dewleta Tirk li dijî wan bibin asteng.
PDK ji bo şerê Tevgera Azadiya Kurdistanê û HDP´ê hemû cûreyên hevkariyê bi AKP´ê û Erdogan re dike. Hêzên marjînal yên li Bakur xurt dike. Di Medya xwe de nihêrînên AKP´ê û Kurdên xwefiroş belav dike û tevgera Kurdan ji vê kuştin û talankirinê berpirsyar digire. Her weha li Rojava ew alîkariya ENKS´ê ya hevkara Cebha El Nûsra û hêzên çete, dike. Li dijî QSD û PYD´ê di warê diplomasiyê de kampanya reşkirinê dimeşîne û di warê aborî de jî ambargoyê dişidîne.
Niha PDK bi tena serê xwe maye. Di nava hêzên Kurdistanî de hatiye îzolekirin. Li Başûr YNK, Goran û Hereketa Îslamî li dijî wê derdikevin. PDK ya ku serokê Parlamena Kurdistanê ji Hewlerê qewirand û artêşa Tirkan anî li derdora Şingalê bi cih kir, êdî bûye barekî giran li ser neteweya Kurd. PDK ya ku tenê desthilatdariyê li Dihok û Hewlerê dike, ji ber pêşveçûnên li heremê, dîn û har bûye. Ew dixwaze hebûna xwe li ser bingeheke nedemokrat dewam bike.
Divê li hemberî PDK´ê ti tawîz neyê dayîn. Yan divê PDK vegere nava refê Kurdan û şert û mercên demokratiyê qebûl bike û dev ji mesela ‘serokatiya herema Başûr heta mirinê’ û siyaseta ‘fifty-fifty li Rojava’ berde, yan jî ew ê bi tena serê xwe bimîne.
PDK ya ku dixwest serokê wê bibe serokê Kongreya Neteweyî ya Kurd, niha bûye berdevka AKP´ê û Erdogan, û Kurdan li hemberî vî qatilî sûcdar dike.
Bila PDK ji vê siyaseta xwe vegere. Bila PDK bizanibe ku gelê Dihokê û Hewlerê ji PKK´ê hez dike, ne ji AKP´ê. Ji Gerîla hez dikin, ne ji artêşa Tirk. Ji Abdulah Ocalan hez dikin, ne ji Receb Tayyip Erdogan…