Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman da zanîn ku destê Tirkiyê di aloziya Zînî Wertê de heye û PDK’ê bikar tîne. Osman diyar kir ku dewleta Tirk ti îradeya Kurd nas nake û got: “PKK welatê xwe diparêze, Tirk ji Enqereyê tên êrişî welatê me dikin. Tirkiye hîn jî Rêveberiya Herêma Kurdistanê weke îradeyeke siyasî nas nekiriye. Pêwîst e ku PDK û YNK şandeyeke hevpar saz bikin û li gel PKK’ê rûnin, pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin. Hêzên Kurd bi xwe dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Siyasetmedarê bi ezmûn yê Kurd Dr. Mehmûd Osman têkildarî pîlanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, rola dewleta Tirk a di pêkanîna aloziya Zînî Wertê de, parçebûn û ji hev dûrbûna hêzên Kurd û encamên ku li gel xwe tîne ji ajansa me re nirxand. Dr. Mehmûd Osman di nirxandina xwe ya der barê pîlanên Tirkiye yên dijî Kurdan û helwesta partiyên Kurd de hem rexneyên cidî dike, hem jî ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe dike.

Dr. Mehmûd Osman anî ziman ku pirsgirêk û nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de timî hebûn û got, “Hinek nakokiyên niha, heman nakokiyên 1964-1965’an e. Dersan jê nagirin. Ya duyem jî di nav aliyan de danûstendinên pêwîst nînin. Du mehan carekê hevdu dibînin, xwarinekê dixwin û hemû ew e. Ev nabe guftûgo, dibe rûniştinek, hevdîtinek. Ev hem li Herêma Kurdistanê hem jî li gel Bexdayê wiha ye.”

Destê Tirkiyê di Zînî Wertê de heye

“Beriya her tiştî destê dewleta Tirk di Zînî Wertê de heye. Min gelek caran ji YNK’ê û PDK’ê re jî got, rûnin, şandeyeke hevbeş pêk bînin û biçin ligel PKK’ê guftûgo bikin. Sînorê hev ê tevgerê diyar bikin.

Ji rabihuriyê fêr bûne timî kesên din wan li hev bînin. Dema YNK û PDK di nav nakokiyan de bûn, Amerîka û Îran aştî di navbera wan de çêdikir. Lê çima ew bi xwe ligel hev rûnanin? Xelkê derve jî bêzar bûye. Eger dewlet dikevin navberê jî ji bo berjewendiyên xwe vê dikin. Tê bîra min, sala 1992’yan YNK, PDK û PKK rûniştin, li ser hinek madeyan hev kirin. Eger pêkve rûnenin û li hev nekin wê şer çêbibe. Tirkiye jî timî dixwaze Kurdên Başûr li dijî PKK’ê rakin û PKK jî li dijî wan.”

Tirkiyê dijminê Kurdan hemûyan e

Tirkiye tenê ne dijminê PKK’ê dijminê Kurdan hemûyan e. PKK parastina welatê xwe dike, çima dibe terorîst? Ew ji Enqereyê tên êrişî welatê me dikin. Çima PKK dibe terorîst, lê ew nabin terorîst? PKK’ê gelek caran şer rawestand, daxwaza aştiyê dike û diyar kir ku ji bo diyalogê amade ye. Birêz Ocalan timî di zindanê de peyam dide ku ji bo aştiyê amade ye. Lê Tirkiye vê nake. Baş e, em bêjin li dijî PKK’ê ye. Lê çima li dijî kesên bi hilbijartinê diçin meclîsê û li dijî şaredariyan in? Tirkiye tenê ne li dijî PKK’ê li dijî hemû Kurdan e. Amerîka jî piştgiriya wê dike.

Me dît bê Tirkiyeyê di referandûmê de çi bi Kurdan kir. Ji ber ew li dijî Kurd in. Hebûna Kurd qebûl nakin. Li ku derê meseleya Kurd hebe, Tirkiye li hember derdikeve. Mafê desthilata Herêma Kurdistanê ye ku pêwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re pêş bixe, lê divê ne li ser hesabê Kurdên Bakur be.”