Li cîhanê hemûyî îro Erdogan tê rexnekirin. Ew ji bo her kesê demokrat bûye sembola dîktatorî û dijminatiya derbirîna fikir û nihêrînê. Erdogan di medya cîhanî de bûye pêkenîn. Her kes êdî dizane ku ew nijadperest e û hizra terorê belav dike. Her kes dizane ku ew Kurdan qirr dike, destekê dide DAIŞ´ê, muxalefete û rojnamevanan digire û Ewrûpayê bi komkujiyan tehdîd dike. Erdogan ne yê berê ye. Ew ne mîna sala 2002´yan qaşo "Îslama nerm" temsîl dike û destekê ji welatên Ewrûpa û Emerîkayê digire. Ew niha bûye despotekî Rojhilata Navîn. Wek Sedam û El Beşîr ê Sûdanê ye. Ev eşkerekirina rastiya Erdogan ji bo Kurdan û hemû bindestan û ji bo Dîrokê şensek û derfetek mezin e.

Divê Kurd bi hemû rêxistinên xwe vê dijayetiya cîhanê ya li hemberî Erdogan û rejîma wî baş bi kar bînin. Divê ew ji cîhanê alîkariya li hemberî vî zalimî bixwazin. Divê ew li xelasiyê bigerin û ji bo qelskirina Erdogan banga alîkarî û destekdayinê bikin. Hemû rêxistin û hêzên Kurdan di mijara dijayetiya li hemberî Erdogan, xwedî heman fikir û helwêstê ne. Li Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakur Gelê Kurd îro roj Erdogan û desthliatdariya wî mîna dijminê xwe yê sereke dibîne. Ew di tekoşîna xwe de têkbirina Erdoganê despot ji xwe re hedef digire. Gelê Kurd îro serkêşiya pêla aşîtî, tolerans û azadiyê li hemberî şerxwazî, desteka terorê ya ku Erdogan û komên wî yên çete temsîla wê dikin, dimeşîne. Ji bo Kurdan Erdogan dijminê aşîtî û azadiyê ye, loma divê ew ji ser textê desthilatdariyê bête xwar. 

Niha gelek hêzên cîhanî êdî bi vê rastiyê baş dizanin û destê alîkariyê ji bo Kurdan dirêj dikin. Ne mîna berê, dema ku tekoşîna Kurdan wek "teror" nas dikirin û çek ji bo Enqere dişandin, lê berovajî vê yekê, niha çekan ji bo Kurdan dişînin û siyaseta Erdogan/Enqere mîna "terorê" nas dikin. Li hemberî Erdogan û AKP´ê hemû Kurd yek in, tenê PDK dûrî refê Kurdan e û xwe hîna di hembêza vî qatilî de dibîne. PDK xwe teslîmî îradeya dijminê Kurdan kiriye. Ji vê yekê zedetir ew di destê vî dijminî de bûye alava şer. Îro roj, PDK gelek karên xerab li dijî Kurdan û Kurdistanê yên ku AKP nikare bike, girtiye ser milê xwe. 

PDK li dijî Bakur, Rojava û Şingalê di nava liv û tevgereke neyartiyê de ye. Ew weke beşek AKP´ê tevdigere û siyaseta Erdogan a dijminane ji xwe re bingeh dibîne û mîna talîmat qebûl dike. 

PDK jî li her devera ku mafên axaftinê digire, êrîşî Rojava û PYD´ê dike û ji dewletan dixwaze ku ew destê alîkariyê ji ser Rojava û QSD´ê bibirrin. PDK bi neyarên Rojava û komên çete re hevkariyê dike. Ew çeteyên ku li Rojava kuştin û talankirin meşandine, îro hevalbendên PDK’ê ne û li Hewlerê ji aliyê mala Berzanî ve tên pêşwazîkirin. Her wiha di warê diplomasiyê de jî PDK ji Emerîka û Ewrûpayê dixwaze ku alîkariya eskerî ji ser QSD´ê bibirre û Rojava mîna "terorîst" nas bike û wek alternatîv komên çete/artêşa azad ji xwe re hevkar bibînin. Her wiha niha PDK li jêr talîmatên AKP’ê hewl dide hêzeke eskerî ava bike û wê bişîne Rojava ji bo alîkariya çeteyan û şerê QSD´ê. Rojava hedefa PDK´ê ya herî mezin e. Li ser talîmatên AKP/MHP´ê niha malbata Berzanî dixwaze Rojava bifetisîne û hemû derî û nuqteyên ticaret û gumrikê yên bi Iraqê re bigire. PDK çeteyên bi navê "Pêşmergeyên Rojava" neqlî sînorên Rojava û Şingalê kir, da ku rê li ber vekirina deriyên ticaretê yên ku dê Rojava bi Kerkûk, Silêmaniyê û Bexdayê ve girê bide, bigire. PDK dixwaze Rojava bi dorpêçê, bi birçîbûnê bê terbiyekirin û wê neçarî sertewandinê bike. Loma, ew beriya ku Mûsil bête rizgarkirin û DAIŞ têk here, çeteyên xwe dişîne herema sînor û wir kontrol dike. Ev çete ne tenê "Pêşmergeyên Rojava" ne, lê her weha bi sedan ji malbatên Erebên Sunî, yên ku Êzîdî talan kirine, di nava wan de hene. 

Hemû hewledanên hêzên Kurd ji bo "rizgarkirina" PDK´ê ji destê AKP´ê heta niha bê encam mane. Heta ew gava lidarxsitina Kongreya Neteweyî ya Kurd, PDK xwest ji bo xizmeta projeya dijkurd ya AKP´ê û Erdogan bi kar bîne. PDK qedera xwe xistiye destê AKP´ê. Ev rastiyek e. Kilîta xezîneya pera ya malbata ku rêveberiya PDK´ê dike, di destê Erdogan û AKP´ê de ye. Loma gelek zehmet e ku mirov tenê bi navê "yekîtiya Kurdan" PDK´ê ji destê AKP´ê xelas bike. Divê konsepteke Kurdistanî ya giştî bête destnîşankirin. Divê PDK bête dorpêçkirin û tengavkirin heta ew neçarî qutkirina têkiliyan bi AKP´ê re bibe. Ji ber ku PDK têkiliyên xwe yên siyasî, aborî û eskerî bi AKP´ê re li dijî partiyên Başûr, Rojava û Bakur bi kar tîne. Ew bi darê AKP´ê Kurdan tehdîd dike. 

Ew ji bo ku desthilatdariya xwe ya dîktatoriyane li ser Başûr bidomîne, pişta xwe dispêre AKP´ê. Ev yek ji bo hemû beş û hêzên Kurdistanê xetereke mezin e. Divê hêzên Kurdistanî PDK´ê di warên siyasî û diplomasiyê de îzole bikin. Eger PDK dev ji xizmeta AKP´ê bernede û venegere nava refê Kurdan, divê ew bête tecrîtkirin. Wekî din, PDK dê gotina xwe li ser hemû Kurdan bimeşîne û ji bo xizmetkirina Erdogan û AKP´ê hîna cesaret û wêrektiyê bigire.

Divê Gelê Kurd li Dihok û Hewlerê jî li dijî siyaseta PDK´ê ya xizmetkirina AKP´ê û derbaskirina eskerên Tirkan a nav xaka Başûr, dengê xwe bilind bike. AKP xêra PDK û Başûr naxwaze. AKP di bin re tirba PDK´ê dikole û dê wê mîna ku dema DAIŞ´ê êrîş kir, dîsa bê heval û bi tenê bihêle. AKP dê bi riya baregehên xwe û ajanên ku li wir birêxisitin û çekdar kirine, PDK´ê têk bibe û ji holê rake. Divê bawerî bi dijmin neyê. Kesên welatparêz yên di nava PDK´ê de û hemû gelê me yê Dihok û Hewlerê divê bi vê yekê bizane.