Endama Kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Komîteya Rêxistinbûyînê ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Henîfe Hisên diyar kir ku divê beriya Reqqayê pêngava Minbicê pêk were û di navbera Efrîn û Kobanê de korîdor bê vekirin. Hisên da xuyakirin, ku piştî ragihandina Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê êrîşên li hemberî wan zêde bûne.
Henîfe Hisên ragihand ku ji bo tevlî operasyona Reqqayê bibin, divê beriya Reqqayê pêngava Minbicê pêk were û wiha axivî: “Me berê jî got; em amade ne biryargeha DAIŞ'ê îmha bikin. Hêzên YPG û QSD'ê dan xuyakirin, ku ew ji bo tevahiya Sûriyeyê şer dikin. Em tevlî şer bibin. Lê li Şêx Meqsûd û herêma me ya Şehbayê gelê me tê qirkirin, qetilkirin. Gelê me yê Efrînê dorpêçkirî ye, niha li Cizîrê jî dorpêçî heye. Garantiya van çi ye? Ji bo em gelê xwe ji nava vê dorpêçiyê derxînin û ji komkujiyê rizgar bikin divê pêngava Minbicê pêk were û di navbera Efrîn û Kobanê de korîdor bê vekirin. Eger ev neyê vekirin, ti wateya rizgarkirina Reqqayê nîne. Divê em beriya her tiştî gelê xwe ji gefa mirinê, ji dorpêçî û îzolasyonê rizgar bikin. Wê çaxê em dikarin tevlî operasyona Reqqayê bibin."
Sedema êrîşên rejîma Baasê
Henîfe Hisên diyar kir ku êrîşên rejîmê yên di dema dawî de zêde bûne û sedema vê yekê wiha nirxand: "Sedema êrîşên li Qamişlo, rejîma Baasê hînê hezm nekiriye ku herêmên Kurdan ji destê wê derketiye. Sedema din jî, ragihandina sîstema federaliya demokratîk a ji aliyê me ve bû. Rejîm ragihandina federasyonê weke parçebûna xaka Sûriyeyê dibîne. Naxwaze li vê derê hem Kurd hem jî gelên din bibin xwedî statu. Rejîm dixwaze mîna berê Sûriyeyê ji navenda xwe ve bi rê ve bibe û li Rojava jî mîna berê serdest be.”
‘Nêzîkatiya PDK û rejîm wekî hev e’
Henîfe Hisên destnîşan kir ku rejîmê xwest bi êrîşên li Qamişlo çavên gelê Kurd bitirsîne û wiha pêde çû: “Rejîmê xwest bêje; 'Eger hûn dest ji vê projeyê bernedin em ê êrîş bikin û li we bidin'. Ev êrîş û pêkanînên rejîmê, şerê Tirkiye li herêma Şehba dimeşîne, girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka ji aliyê PDK'ê ve, pêkanîna ambargoyê, êrîşên li Qamişloyê ev hemû bi hev ve girêdayî ne û bi heman armanca siyasî tên kirin. Ev çi ye? Tirkiye, PDK û rejîm dibêjin 'Projeya Federasyonê xaka Sûriyeyê parçe dike. Em vê qebûl nakin.”
'Ne ez bim, bila ti kesê din nebe'
Henîfe Hisên da zanîn, ku ev hêz hemû dizanin ku wan Sûriyeyê parçe nakin, armanceke wan a bi vî rengî nîne û wiha dewam kir: "Lê belê binêrin; nêzîkatiya PDK'ê 'Ne ez bim, bila ti kesê din nebe' ye. Yanî PDK ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve dixwaze navenda siyaseta Rojava li Hewlêrê be. Ev armanca PDK'ê bi xweşiya hêzên navneteweyî ve jî diçe. Hêzên navneteweyî dibêjin, 'Başûrê Kurdistanê bûye xwedî meşrûiyetekê, hûn jî bi wir ve bê girêdan'. Vê dixwazin. Ji ber ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerî, siyasî û aborî ve hevkarê sîstema kapîtalîst e. Di nava sîstema kapîtalîst de ye. Lê belê em dixwazin li Rojavayê Kurdistanê xwe bi sîstemeke dispêre neteweya demokratîk a pir çandî bi rê ve bibin. Em naxwazin kes tiliya xwe tevlî karên me yên navxweyî bikin. Lewma PDK qebûl nake."
‘Çavên PDK'ê li petrola Rimêlanê ye’
Henîfe Hisên da xuyakirin, ku sedemeke din a dijberiya li hemberî wan ew e, ku PDK ketiye nava bloka Sûnî û xeta Tirkiyeyê û wiha got, "PDK bi rengekî gelekî vekirî tifaqê bi Tirkiyeyê re dike. Li şûna hebûna PYD, TEV-DEM û YPG'ê, PDK dixwaze leşkerên Tirk li vir bin. Yanî çavên PDK'ê ew çend hatiye girtin. Ji ber ku hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re li ser berjewendî û bazirganiyê ye. Bi rêya Tirkiyeyê dixwaze zextê li Rojava bike û kontrol bike. Dixwaze komên xwe derxîne pêş û çareseriyê bi wan biafirîne. Yanî armanceke xwe ya bi tenê heye; ew jî berjewendiyên aborî ye. Çavên PDK'ê li petrola Rimêlanê ye. Piştî ku petola Rimêlanê kontrol kir, ne xema wê ye ku Rojava bibe xwedî statu yan na."
Sempatî heye
Hisên da xuyakirin, ku her çend hin dewlet projeya wan a Federasyona Demokratîk qebûl nakin û êrîş dikin jî, li qada navneteweyî û herêmê sempatî ji vê projeyê re heye û got, "Ev proje wê li qada herêmê û navneteweyî bandoreke erênî bike." Hisên diyar kir, ew ê sîstema xwe ji her alî ve bi pêş de bibin û bi vî rengî bersivê bidin hemû pêdiviyên gelên li herêmê.
BÊRÎTAN SARYA/ANF/QAMIŞLO