Rektorê Zanîngeha Tunceliyê Prof. Dr. Dûrmûş Boztug dema ku li qada ku kampusa nû bê çêkirin lêkolîn dikir daxuyanî da rojnamegeran û der barê perwerdehiya bi Kurdî de li xwe mikur hat. Boztug destnîşan kir ku beriya 2 salan dersên bi Kurdî dest dane destpêkirin lê îsal ji bo vê eleqe kêm bûye û ji ber vê yekê jî lêkolîn kirine. Boztug der barê encamên ku derketine de wiha got: "Di anket û lêkolînên me de 3 noqteyên esasî derketin holê. Ya yekemîn û bersiva herî zêde wiha ye: Xwendekarên ku ewil dibêjin ku ev ziman, zimanên me yênz dayikê ne, çima zimanê me yê dayikê dibe zimaneke tê tercîhkirin. Wekî dersên resm, muzîk û bedenê dikin desên ku tên tercihkirin. Ev yek ne rast e. Ji ber vê jî ez naxwazin vê dersê bibînim, divê bibe derseke mecbûrî û bingehîn."
Boztug bilêv kir ku beriya 2 salan li zanîngehê dersên kurmancî û zazakî dane destpêkirin û xwendekarên ku dixwazin ev tercîh dikirin lê her sal ji bo van dersan eleqe kêm dibe, sala yekem di serdema 2009-2010'an de ji serî 37 xwendekar Kurmancî tercîh kirin, ji sedî 47 xwendekaran jî Kirmanckî (Kirdkî, Zazakî, Dimilkî) tercîh kirin, di 2010-2011'an de xwendekarên ku Kurmancî tercîh kirin daket ji sedî 12 û yên Kirmanckî jî daket ji sedî 7'an; di 2011-2012'an de jî xwendekaran qet tercîh nekirin.

Sedemên kêmbûna eleqeyê 

Prof. Boztug der barê vê kêmbûna tercîhan de jî ev agahî da: "Piraniya xwendekarên me ji herêma Başûrêrojhilat û Rojhilat in. Ji ber ku ev rewş derket holê min jî hinkeranên me xwest lê yekê lêkolîn bikin ka çima xwendekar êdî naxwazin van dersan bibînin, sedem çi ne. Di anket û lêkolînan de 3 sedemên bingehîn derketin holê. Sedema yekemîn û ya herî zêde ev e; xwendekarên me dibêjin ku ev ziman, zimanên me yên dayikê ne, çima em hildijibêrin, çima wekî dersêr resim, muzîk û bedenê di heman kategoriyê de tê nirxandin û wekî dersên tên hilbijartin in. Ev yek ne nast e. Ji ber vê ez naxwazim vê dersê bigirim. Divê bibe derseke bingehîn û mecbûrî. Di rêza duyemîn de jî xwendekarên me dibêjin ku em van dersan digirin lê mamosteyên ku van dersan didin tiştekî nizanin. Mamoste di dersan de peyvên wekî dar, av, giha, nan vedibêjin û hevokên wisa saz dikin. Bê bingeha zanistî, bêyî ku rêzimanê bizanibin dixwazin ziman hînî me bikin û gelekî kêm dimînin. Di rêza sêyemîn de jî xwendekarên me bersivên wisa didin; em li vir dixwazin hînî kurmancî û zazakî ku li herêmê tên bikaranîn hîn bibin lê me mêze kir ku bala me nakêşe. Êdî ez îngilîzî tercih dikim. Li vir em vê encamê derdixin; divê êdî ji dibistana seretayî bi van zimanan ders bên dayîn û ji bo ku mamosteyên ku van dersan didin bigîhînin jî li zanîngehan beşên nû bên vekirin. Tişta ku di mejiyê de ye jî li zanîngehê vekirina Beşa Ziman û Wêjeya Rojhilat û gîhandina mamosteyan e."

ANF/DÊRSIM