
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan der barê hevdîtina li Îmraliyê ya ku bi birayê xwe re pêk anî de axivî û wiha got: “Birayê min diyar kir ku ger heyeteke ji aliyê dewletê an jî ji aliyê heyeta BDP’ê ve were cem wî dê fikr û ramanên xwe yên der barê pêvajoyê de di 15’ê cotmehê de parve bikim.” Mehmet Ocalan diyar kir ku birayê wî der barê ‘pakêta AKP’ê’ de ev tişt gotiye: “Tu eleqeya me û pakêtê bi hev tune ye. Ev pakêt ji aliyê hikûmet û dewletê ve hatiye amadekirin.”
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku birayê wî der barê pêavoyê de gotiye ku; ‘Di dest pê ka vê pêvajoyê de heta niha ne mirina leşkeran û ne jî ya gerîlayan çêbûye. Em ji vê tiştê kêfxweş in. Lê belê ji destpêka pêvajoyê heta niha pêvajo bi yek alî meşiya. Rêveçûna vê pêvajoyê bi yek alî nabe. Divê ji aliyê dewlet û hikûmetê ve pêşiya pêvajoyê bê vekirin. Ez ê fikr û ramên xwe di 15’ê cotmehê de parve bikim. Di be ku hefteya pêşiya me de heyeta BDP anjî ya dewletê were cem min. Ger ku hatin ez ê hemû fikr û ramanên xwe ji wan re parve bikim. Hêza mirovan jî heta cihekî ye. Dibe ku min pêvajoyê heta 15’ê cotmehê anî be. Ji vir û pêve pêvajo bimeşe an jî nemeşe ev tişteke ji min wêdetir e. Di pêvajoyê de pêşiya min nehat vekirin. Divê pêşiya min bihata vekirin. Ger pêşiya min neyê vekirin tişta ku ji destê min tê ew qas e. Ger ku wiha berdewam bike ezê xwe paşve vekişim. Êdî di pey wî de ji aliyê kî ve ev pêvajo bê meşandin nizanim. Ger berdewam bike BDP û Qendîl heye.’
Mehmet Ocalan da zanîn ku birayê wî ji hemû gelê Kurd re silavên xwe şandiye û ev tişt gotiye: “Em ê her tim tiştên rast ji gelê xwe re bikin. Em ê xeletiyan jî tu carî nekin. Divê gelê me di vê aliyê de ji xwe bawer be.”
ÇAGDAŞ KAPLAN / DÎHA/STENBOL