Parlamenterê Kurd yê li parlamana Bexdayê Muhsîn Osman bi mebesta hevnasîn û danûstandinekê serdana parlamenterê Kurd yê ji partiya Die Linke û endamê parlamana Berlînê Hakan Taş kir. Kombûna her du parlamenteran li bûroya Hakan Taş pêk hat.
Parlamenter Hakan Taş ji ber serdan û hevnasîna Muhsîn Osman keyfxweşiya xwe anî ziman û xwest ev kiryarên bi vî rengî di nav cîhana siyasî ya Kurd de bêtir bibe û ev dê xebata azadiya Kurd û Kurdistanê jî geştir bike.
Parlamenter Muhsîn Osman jî herwisa dilşadiya xwe ya ji ber naskirina Hakan Taş anî ziman û diyar kir ku ew wek parlamenterên Kurd yên li parlamena Iraqê li bendê ne ku siyasiyên Kurd yên li derveyî welat xwe bêtir nêzîkê doza Kurdî bikin.
Parlamenteran herwisa li ser babetên girîng ku Kurdan ji nêz ve girêdide yên wek qedexeza li ser PKK’ê û geşedanên dawî yên di navbera tevgera azadiyê û hikûmeta AKP’ê de jî nêrînên xwe anîn ziman. Derbarê qedexeya li ser PKK’ê de destpêkê parlamenterê ji partiya Die Linke û endamê parlamentoya Berlînê Hakan Taş axivî, Taş diyar kir ku ev qedexe ji xwe berê jî bê wate bûye, lê di serdama îro de hîç girîngiyeke wê nemaye, divêt ji demek zûtir bê rakirin.
Taş bi berdewamî wiha got: “Ev biryar ji soza ku dabûne Tirkiyeyê derkete holê, ew biryareke şaş bû. Divêt li tevahiya Ewropayê ev biryar bê rakirin. Mixabin ji bilî Die Linke kes beşdarî xebatê nekir, ev biryar wê ji bo aştiya di navbera PKK ê Kurdan û dewleta Tirk de jî bibe alîkar. Wek dinya jî dît pêşmergeyên PKK’ê li dijî DAIŞ‘ê ji bo aştiya herêmî û navneteweyî li ser navê me jî li wir şer kirin. Dewletên dinyayê û yên Ewropayê alîkariya ekî û wd dan wan, PKK gava şer dike destek dikin, lê ji bo aştiyê xwe didin paş. Aliyekî ku wek terorist bê binavkirin, nikare bi hêsanî li ser maseya astiyê jî rûne.
Partiyên desthilatdar yên li Almanya ji sala 1993 an heta niha li heman dîwarê dinêrin, li Berlînê dîwar rûxiya lê dîwarê di serê wan de hêj berdewam dike. Bila biçin Kurdistanê û di cih de bibînin, PKK ku ez dibêjim PKK ya nû wê gelek dîwarên di serê wan de birûxîne. Ez bawer nakim ku qedexe di vê demê de bê rakirin lê anîna rojevê û niqasa li parlamenê jî serkeftineke mezin e. Ji vir şûnde jî divêt em bi kampanyayên berfireh, bi têkiliyên rasterast û bi agahdarkirina civakê ve li xebatên xwe berdewam bikin. Dûr an nêzîk ev dê rabe.”
Siyasetateke durû ye
Parlamenterê YNK’ê ya li parlamena Bexdayê Muhsin Osman jî li ser heman babetê da zanîn ku di van listeyên reş yên dîrokî de gelek kes kesayet û rêxistin wek Gandî, Mandela derbas bûne lê di encamê de her ew kes û sazî bi serketine û aliyên din şermezar mane, Osman bi berdewamî li ser babetê wiha axivî: “Em dikarin çend mînakên vê dawiyê ji xebatên dîplomasiya Kurdan bidin nîşan, serdana Seleheddîn Demirtaş ya li Rusya û serdana Asya Ebdullah a ji bo Fransa bûyerên gelek girîng in, Wisa jî serdana serokê herêmê Mesûd Barzanî ya ji bo Almanya û Ewropa jî nîşaneya ku ev bilêvkirina terorê li ser rêxistina Kurd ne biryarek adil û di cih de ye. Ew çekên didin diçe ji YPG’ê re. Heta niha ji me re jî dibêjin Nord Iraq, lê di destûra Iraqê de jî hatiye qebûlkirin ku ew der Kurdistana Federal e. Li aliyê din Tirk bi xwe jî li gel PKK ê rûniştine û hevtînan dikin, lê Almanya bi israr dîbeje teror. Ev durûtî ye, berjewendî ne, dinya tev jî dizane ku PKK û teror li hev nakin. Ev gotineke wek lekeyek ji aliyê Tirkan ve hatiye lêdan, sedased bêbingeh e.”
Keda Ocalan mezin e
Parlamenter Hakan Taş bi berdewamî li ser hevdîtinên dawi yên di navbera dewletê û Kurdan dewiha nirxand: “Mirov li ku derê dinyayê di bin bila bibin, eger mafên wan bê binpêkirin wê serî hildin. PKK jî bi kinahî ev e. Keda birez Ocalan di dema şer û di serdema aştiyê de jî gelek girîng e. PKK û Ocalan nikarin hevdu bibînin û agahdar bikin, mercên Ocalan û yên dewletê ne wek hev in, li gel van jî ev geşedan gelek girîng in. Wisa jî ew kesên ku jiyana xwe dane têkoşînê li serê çiyan in, di demên pêş de wê çi bikin? Ew çekdar ango pêşmergeyên PKK ê divêt ji bo ewlekariya gel bên bicihkirin. Jiyana wan di nav şer de derbas bûye ji bilî şer û siyasetê pê ve nikarin tiştekî din bikin. Ji her xalî girîngtir jî divê rewsa Ocalan baştir bibe ku bikare bi awayekî baştir li xebatên aştiyê berdewam bike. Hêviya min ji AKP ê nîne, lê tevgera Kurd wan mecbûrê dayîna mafan dike.”
Ocalan her mezintir dibe
Parlamenter Osman jî li ser geşedana pêvajoya aştiyê diyar kir ku girtîmayîna Ocalan belkî hind astengiyan li pêş têkoşîna Kurdan pêktîne lê zindan serokê Kurd mezintir dike. Osman ku pwest demildest Ocalan bê azadkirin wiha berdewam kir: “Kobanê da nîşan ku rewşa Kurdistanê êdî ne rewşa parçeyan e. Kurd bi hizra miletî ve xwedî li Kobanê derketin. Niha teknîk û teknolojî bi pêşketiye, faacebok bi xwe dikare şoreşan bi rê ve bibe, ev li hember dagirkeran astengeke mezin e. Ew xalên ku birêz Ocalan pêşkêş kirine jî ji bo destpêkê gelek baş in, mirov bi tenê xala 8 an jî bide ber çavan ku daxwaza welatekî demokratîk û azad dike jî destkeftineke pir mezin e. Emê jî ji aliyê xwe ve di nav van xebatan de cih bigirin. Osman mînakek ji rewsa başûrê Kurdistanê jî da û got ku heta van salên dawî dewleta Iraqê dixwest ku pêşmerge çekên xwe berdin û digotin; ji xwe artêşa Iraqê heye, lê derket holê ku eger Kurd bê çek bûna wê terorîstan Kurdistan tev de bidana ber agir. Ev nimûneyên han jî li ber Kurdên bakur in, û Kurd baş dizanin siyasetê bikin.”
Di encamê de parlamentaran diyar kirin ku li ser gelek xalan nêrînên wan li hev dikin. Hakan Taş wek gotina dawî hizrên xwe wiha anî ziman:hevtîneke pir bas û sûdewer bû, ez hêvî dikim ku emê li ser axa Kurdistana azad jî wiha hevdu bibînin û bi gelê xwe re bên cem hev.
Muhsîn Osman jî spasiya xwe anî ziman û Hakan Taş ji bo serdana Kurdistanê û parlamena Bexdayê vexwend.