Konseya Rêveber a KNK’ê bi rasthatina 102. salvegera qirkirina 1915´an, elaqedarî qirkirina miletên ne Misilman ên li ser erdên Osmanî, daxuyaniyek da. KNK´ê got, eger Komara Tirkiyeyê qirkirina 1915’an qebûl neke, ew ê bibe şirîkê vî sûcî, ku ev tê maneya domandina jenosîdê ye. KNK´ê ev bang kir: “Bi wesîleya salvegera 102`an em bang li Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdiviyên wê bi cih bîne.”

KNK’ê bi bîr xist ku ji bilî Xiristiyanan hejmareke zêde a Kurdên Êzîdî jî ketin ber vê jenosîdê û wiha dewam kir: “Di vê qirkirinê de rêveberên Cemiyeta Ittihat Terakkî, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdiyê û Artêşa Osmanî, efserên di Artêşa Osmanî de kar dikirin, li hemberî mirovahiyê sûc kirin. Gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî, ji bo dîrok û çanda wan ji holê were rakin, qir kirin. Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne mumkun e bê înkarkirin. Belgeya berçav û heqîqî hejmara kuştina ji mîlyonek û nîvê zêdetir mirovan e. Qeydên nifûsa Împaratoriya Osmaniyan jî vê rastiyê teyîd dikin.”

Qirkirina etnîk û dînî

Konseya Rêveber a KNK’ê bi bîr xist ku ji bilî nîv milyon Asûrî-Suryanî û milyonek Ermeniyê hatî qetilkirin, bi sed hezaran kes jî ji cih û warên xwe, bi Qanûna Tehcîrê hatin sirgûnkirin û wiha dewam kir: “Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin Misilmankirin û bi awayekî xeyrî insanî, bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêran kirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteserkirin û xespkirin. Kuştina mirovên ji gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî û wêrankirina wargeh û şopên kulturî û dîrokî yên wan mubah hatin dîtin; bi bangên cîhadê û fermanan qirkirina etnîk û dînî hate kirin.”

KNK’ê diyar kir, ji vê birîna jenosîdê hê jî xwîn tê û bi berdewamî ragihand, “Ev trawmaya ku bi serê van xelkan de hatî ev e sed û du sal in li ser nifşên nû bûye trajedî ku bi bîrhatinên gelek tahl ve tijî ye. Piştî jenosîda ku sed û du sal di ser re derbasbûyî, Komara Tirkiyeyê ku mîratxwera Împaratoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl neke, hingê dibe şirîkê vî sûcî, ku ev tê manaya bi awayekî din domandina jenosîdê. Bi munasebeta 102. sala jenosîdê em bang li Komara Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdiviyên wê jî bîne cih.

Em wek KNK, jenosîda sala 1915´an careke din bi xurtî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûlkirin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN