Berpirsên aliyên siyasî yên YNK, Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî ragihandin ku pêwîst e hikûmet ji berî lidarxistina referandûmê, rewşa jiyana welatiyan baş bike û wextê varêlê petrolê 25 dolar bû hikûmet ket nav krîzê, lê niha du qatî yê hingî ye. Bi biryara Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û hinek partiyên din yên Herêma Kurdistanê, biryare referandûm di 25’ê Îlonê de wê were lidarxistin. Her çiqas ji bo referandûmê demek kurt maye jî, ji ber zêdebûna krîzên li Herêmê, heya niha aliyên siyasî ji derveyî PDK’ê li ser wê mijarê ne gihiştine encamekê. Ew aliyên ku tevlî referandûmê dikin jî gelek merc û pêşniyarên wan heye ku tevlî bibin.

Têkildarî mijarê Endamê Rêveberiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Erselan Saleh axivî: “Yek ji ew zilma ku hikûmetê li gel kirî, sîstema paşxistina mûçe ye. Em bi rêya wezîrê xwe yê li Desteya Wezîran, rewşê dişopînin û me daxwaz kiriye rewşa jiyana gel asayî bibe ku ji vê rewşa krîzê derbikeve, eger ev pêkhat, wê demê bila referandûm were kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihiştiye qonaxekê ku zilmê li gel dike. Ji ber wê destkarî li sîstema mûçeyê gel kiriye. Em dikarîn bêjîn, bêyî başkirina rewşa gel wê çarenûsa referandûmê xirab be.”


 Divê mûçe werin başkirin

Li ser heman mijarê Endama Rêveberiya YNK’ê Rêwaz  Fayîq jî axivî û got: “Ji ber ku dahata sereke ya Herêma Kurdistanê petrol e, sektorên din nikarin cihê wê dahatê bigire. Nirxê varêlek petrolê daketibû 25 dolarî. Ji bo vê yekê biryar hat dayîn ku destkarî li mûçeyê gel bike. Niha nirxê her varêlek petrolê du qat bilind bûye. Eger bi ketina nirxê petrolê re mûçeyê gel kêm kirine, divê niha were baş kirin. Me di civîna rêveberiya xwe ya berî niha de Cigirê Serokê Hikûmet Qubad Talebanî vexwend û me projeya YNK’ê pêşkêş kir. Ne tenê ji ber referandûmê, ji ber niha nirxê petrolê du qat jî bûye. Divê Hikûmeta Herêmê ji ber referandûmê li ser wan mijaran kar bike.”

 

Ew bi xwe dikin gelo?

Berpirsê Tevgera Goran yê Silêmanî Aso Mehmûd jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Goran ne di hikûmetê de ye ku mûçe û debara jiyana gel çareser bike. Hikûmetê xwe xirab kiriye û divê xwe  çê jî bike. Ti rêkariyeke yasayî nîne ku bikare mûçe bike nîv. Eger Serokê Desteya Wezîran xerciya xwe kir nîv, bila mûçe jî bike nîv. Lê evane ji caran zêdetir xerciyan dikin, tenê mûçeyê gel kirine nîv. Evane bê yasa mûçeyên xelkê kêm kirine. Lewma mafê gel e ku dikarin her wextî berpirsên vê yekê dadgeh bikin.”


HAWRÊ KIRÊKAR/ROJNEWS/GERMIYAN