Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç di hevdîtinekê bi ANHA’yê re got ku ew wekî nûnerên KNK’ê li Rojavayê Kurdistanê beriya niha bi Desteya Karên Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê re civiyane û projeya vekirina buroya KNK’ê li Rojava gotûbêjkirine. Koç diyar kir ku desteyê jî proje erênî dît û destûra vekirina bureyê pêşkêşî wan kirine.

Nîlûfer Koç got ku vekirina buroya KNK’ê li Rojavayê Kurdistanê ji bo wan derfeteke mezin û cihê serbilindiyê ye û hemû şehîdên ku ji bo xaka xwe xwîna xwe erzan dane bi bîr xistin û wiha got: “Ez li hemberî hemû şehîdên Kurdistanê bejna xwe ditewînim.”

Projeya demokratîkbûna herêmê

Nîlûfer Koç di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve wan piştgiriya şoreşê û bi taybet destkeftiyên gel bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hersê herêmên Rojava wekî erka xwe ya sereke girtine dest. Nîlûfer Koç destnîşan kir ku ew piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin û wekî projeya demokratîkbûna Sûriyiyê û Rojhilata Navîn dibînin. Koç got ku serxwebûna rêverberiyên hemû pêkhateyan herêmê bi serkeftina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve girêdayî ye.

Avakirina pira neteweyî

Nîlûfer Koç di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Em wekî KNK’ê hewl didin ku barê şoreşê li welatiyên Rojava sivik bikin û projeya wan a demokratîk li seranserî cîhanê belav bikin. Em ê li rex gelê xwe heta dawî bimînin û em ê 15 salên tecrubeya xwe ya siyasî bixin xizmeta gelê Rojavayê Kurdistanê. Em ê wekî navbênkar di navbera hemû partiyên Kurd de bixebitin û pira netewî di navbera hemû pêkhateyan de ava bikin. Em ê bi tecrubeya xwe ya siyasî û dîplomasî di navbera daxwazên gel ên siyasî li Rojava û siyasetên dewletên rojavayî de navbênkariyê bikin.”
Nîlûfer Koç got ku li Rojavayê Kurdistanê mizgîniyên azadiyê zêde dibin û ji bo deriyên têkliyên dîplomasî vebibin û bêne xurtkirin divê bi siyasetên netewî hemû partiyên siyasî li Rojava nakokiyan di navbera xwe de çareser bikin û wiha got: “Avakirina xeta stratîjîk di siyasetên netewî de gelekî girîng in û bi taybet di vê dema ku herêma Kobanê rastî êrîşên hovane tê. Ev êrîşên li dijî Kobanê li dijî hemû Kurdistanê û hebûna Kurdan in. Divê Rojavayê Kurdistanê bingeha diyarkirina xeta siyasî ya netewî be.”

YPG û YPJ dîrokê dinivîsin

Derbarê berxwedana gelê Kurd li herêma Kobanê Nîlûfer Koç destnîşan kir ku berxwedana gel û bi taybet YPG/YPJ’ê ku bi xwîna xwe efsaneyan dinivîsin bandora xwe li hemû gelê Kurd dike û ew jî ji bo piştgiriya Rojava  amade ne û wiha da diyar kirin: “Daxuyaniyên ku partiyên Kurd derbarê mijarê de dane erênî ne, lê divê netenê di warê axaftinan de bin û divê axaftinên xwe veguhêzên piratîkê.”

Banga bilindkirina têkoşînê
Koç bang li hemû partiyên Kurdistanê kir û li ser asta siyastên xwe yên navnetewî piştgiriya herêma Kobanê û Rojavayê Kurdistanê bikin û ji bo şikandina ambargoya li ser Rojava têbikoşin û di axaftina xwe de wiha pê de çû: “Partiyên Kurdistanê dikarin fişarê li hêzên navnetewî bikin ji bo ku piştgiriya DAIŞ’ê rawestînin û fişarê li dewleta Tirk jî bikin ku deriyên Sînor ji bo alîkariyan ve bike.”
Nîlûfer Koç di dawiya axafitna xwe de got ku divê hemû partiyên Kurd ji çarçoveya axaftinan derbikevin û dest bi pratîkê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû partiyên Kurd baş bizanibin ku êrîşên li dijî herêma Kobanê gelekî buve ne.”


SÎPAN CAN/ANHA/QAMIŞLO