Ji ber salvegera qetlikirina ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî), parlamentera Alman Ûlla Jelpke daxuyaniyek da û xwest, rola Almanyayê ya di komkujiya 9’ê Çileyê de bê ronîkirin. Jelpke ragihand ku ew ê mijarê, bi hevalên xwe yên ji Partiya Çep bixe rojeva meclîsê.
Ji ber salvegera qetlikirina ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî), li gelek navendên cîhanê xwepêşandan hatin lidarxistin. Di salvegera duyemîn a komkujiyê de ji parlamentera Alman Ûlla Jelpke bangeke girîng hat.
Parlamentera Partiya Çep Jelpke ragihand ku qetilkirina Cansiz, Dogan û Şaylemez ne tenê ji bo tevgea azadiya jinê, di heman demê de ji bo hemû têkoşerên azadî û aştiyê û sosyalîstên li cîhanê bûye şoqek û got, “Em dixwazin komkujî bi temamî bê ronîkirni û kujer bên darizandin.”

‘Çi dizanin divê aşkere bibe’

Jelpke da zanîn ku rayedarên Fransayê yên lêpirsîna komkujiyê dimeşînin, di ronîkirina nuqteyên tarî yên komkujiyê de ji dil tevnagerin û anî ziman ku hikûmeta Parîsê xwe ji krîzeke dîplomatîk a bi endamê NATO’yê Tirkiyeyê vedigire. Jelpke bibîr xist, ku planên cînayeta ji aliyê îstîxbarata Tirk ve li hemberî Sakîne Cansiz bi hemû belgeyan derketiye holê û ev bang kir: “Rola Almanyayê ya di komkujiyê de divê bê kêmasî were ronîkirin. Em dizanin ku Îstîxbarata Alman li dijî tevgera azadiyê ya Kurdan bi Îstîxbarata Tirk re dixebite. Der heqê Sakîne û Leyla de, bi îdîaya endametiya rêxisitneke terorîst, lêpirsîn hatibû vekirin. Divê hikûmeta Alman a Federal aşkera bike ku kîjan agahiyên der heqê van her du navan de daye dewleta Tirk.

Agahiyên ji Tirkiyeyê re hatin ragihandin, dibe ku di cînayetê de hatibin bikaranîn. Her wiha bersûcê yekemîn ê cînayetê Omer Guney demeke dirêj li Almanyayê jiya bû û di nava komên nîjadperest-faşîst de cih digirt. Beriya niha ji ber ku bi awayekî bê destûr çek bikar aniye, der heqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Divê yekîneyên ewlekariyê yên Alman der heqê Guney de çi zanibin, aşkera bikin. Ji bo ronîkirina vê nuqteyê û nuqteyên dişibin vê, bi koma Partiya Çep re em ê mijarê bixin roejva Meclîsa Federal.”

ANF/BERLÎN