Kurd qurbaniyên komkujiyên ku ev çend salên dawî de rû bi rû mane, bibîrtînin; Mereş, Roboskî, Şengal... Ji hêla cografîk ji hev dûr û ji hêla baweriyê xwedî baweriyên cûda bin jî, ji ber nasnameyên xwe yên Kurdî bi heman qederê re rû bi rû man... Kurdên Mereşî yên Elewî, Kurdên Roboskiyê yên Misilman û Kurdên Şengalê yên Êzîdî ji hêla serdestên Tirk û Ereb ve hatin kuştin, mal û milkên wan hatin talankirin, ji warên xwe hatin dûrxistin. Belkî ji bo Roboskiyan rewş hinekî cûda ye, lê eger hestiyariyek neyê nîşandan, qedera Kurdên Êzîdî yên Şengalî jî wê bibe wek qedera Kurdên Elewî yên Mereşî. 

Wekî tê zanîn; Kurdên Mereşê di rojên 19-25’ê Kanûna 1978’an de bi destê nijadperestên Tirk ve bi komkujiyeke dewleta Tirk re rû bi rû man. Bi zar û zêç, jin, kal û pîr dora 150 kes bi das û biviran hatin kuştin, xaniyên wan hatin şewitandin, mal û milkên wan hatin talankirin. Paşê jî gişt ji Mereşê, piranî jî derketin derveyî welat û li Ewropa û li seranserê cîhanê belavbûn. Hejmara Kurdan li bajêr daket ji sedî 15’ê. Ne tenê yên li bajêr, Kurdên li navçeyan jî warên xwe terikandin. Kurd ji warê xwe, ji gundên xwe, ji ziman û kultura xwe, ji civak û xwezaya xwe hatin dûrxistin; piranî bi nirxên Tirkî asîmîle bûn. Zarok û nifşên nû piranî êdî bi Kurdî nizanin, li derveyî Tirkiyeyê jî piranî bi Tirkî deng dikin... 

Niha Kurdên Êzîdî jî bi heman qederê re rû bi rû ne...Çend roj berê li Şengalê bi operasyoneke hevpar a hêzên Kurdî DAÎŞ ji piraniya bajêr hat derxistin û operasyona rizgarkirinê her berdewam e. Heta niha li hember dorpêçkirin û êrîşên DAÎŞ’ê dora deh hezar Kurdên Êzîdî li Çiyayê Şengalê ji hêla Hêzên Parastina Gel (HPG/YJA-Star) û Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) dihatin parastin. Wan Şengal neterikandin. Hinek kom û rêxistinan qaşo bi navê alîkariyê bang kirin ku Êzîdiyên mayî jî ji Şengalê derkevin. Hinekan jî bona çûyîna wan a Ewropayê hewldan rêyên revê vekin û Êzîdî gişt ji Kurdistanê derkevin. 

Helbet hinek  bi van hewldanan bi ser ketin jî. Ne tenê Kurdên nexêrxwaz, hinek dewlet jî li ser Kurdên Êzîdî lîstikan dilîzin. Bi van polîtîkayan tê xwestin ku Êzîdî ji nasnameya xwe ya Kurdî bên dûrxistin. Ji wan re tê gotin, ”hûn ne Kurd in, xelkekî cûda ne.” Ji xwe ji ber bêxwedî hiştina wan, li Iraq û li Ermenîstanê ev polîtîka heta radeyekê bi ser ketiye. Niha bi êrîşên DAÎŞ’ê re dîsa heman lîstik di rojevê de ye. Tê gotin; li Ewropayê hinek Êzîdiyên di bin bandora van polîtîkayan dimînin xwe ji civaka Kurdî dûr dixin û tevlî çalakiyên Kurdistanî nabin. 

Ew hên bi Kurdî deng bikin jî, bi taybetî nifşên nû her diçe asîmîle dibin û ji nirx û rengên Kurdewarî dûr dikevin... Bona vê yekê berdevkên Tevgera Azadiyê ya Kurd her roj li tevahiya Kurdên ku ji ber komkujî û şer ji warê xwe dûrketine, hatine sirgûnkirin û li seranserê cîhanê belavbûne re bang dikin ku vegerin welat û ji nûve jiyaneke azad û Kurdewarî rêxistinî bikin. Li Rojava, bi rizgarkirina bajêr re Kobanî kom bi kom vedigerin warên xwe û xebata rêxistina jiyana xweser û demokratîk didomînin. Divê tevahiya rêxistinên Kurdî vegera Şengalê ya Kurdên Êzîdî wek karekî dîrokî û netewî hilînin dest û li Şengalê jiyanê bi rengên Kurdewarî bixemîlinin. Herwiha pergaleke xweser a demokratîk û pergaleke parastina xweser wê pêşiya komkujiyan bigire. Dijminên Kurdan bi komkujiyan dixwazin Kurdan bi ziman, çand, têkîliyên civakî, bawerî û tevahiya nirxên Kurdewarî asîmîle bikin, wan ji welat dûr bixin, dînamîkên berxwedanê yên netewî ji holê rakin û bi giştî tune bikin. Bersiva van polîtîkayan û dermanê êş û kulan jî xwedîderketina van nirxan e. Ew jî bi vegera welat, xwedîderketina nirxên Kurdewarî û avakirina jiyaneke azad û ser bi xwe ye. Divê Şengal a Êzdîxan nebe Mereşeke nû!..