Xwepêşanderên Iraqê li Qada Tehrîr a Bexdayê ji bo şertên xwe yên der bar serokwezîrekî de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew serokwezîrekî serbixwe dixwazin. Herweha dixwazin ew serokwezîr ji bo hilbijartinên bê xwe neke namzet.
Li Qada Tehrîr a Bexdayê nêzî 2 mehan e, xwepêşander hene. Mirovên Iraqê ji gendelî û kêmxizmetguzariyê qirixîne. Dixwazin rêveberî were nûkirin. Li ser xwepêşandanan jî serokwezîrê Iraqê îstîfa kir. Xwepêşanderan li meydana Tehrîrê daxuyaniyek dan û ji bo serokwezîrê nû şertên xwe diyar kirin. Ew dixwazin serokwezîr serbixwe be û di hilbijartina bê de xwe neke namzet. Ji lewra divê ew kes ne alîgirê ti partiyê û layenî be.
Herwiha di daxuyaniya xwepêşandanan de tê gotin, divê serokwezîrê demkî nexwedî nasnameya welatekî din be û bi pêkanîna daxwazên xwepêşanderên Iraqê ve girêdayî be.
ROJNEWS/BEXDA