
Sînemager Zahîr Elî da zanîn ku ji elaqeya ciwanên Kurd a bo sînemayê kêfxweş e, û wiha peyivî: “Ji bo hunera Kurdî heya niha gelek tiştên baş hatine kirin. Ji bo pêşketinên wê hewldanên baş hatine kitin. Bi taybetî niha ez, gelek kêfxweş im ciwan bi hunerê re mijûl dibin. Hêvîdar im ku bigihin wê astê ku ji vî miletî re bibin bersiv. Bikarin tiştên baş biafirînin û sûdê ji me wergirin. Xwe bigihînin wê astê ku em bikarin hunera xwe li welatên cîhanê nîşan bidin. Huner ji bo neteweyekê nasname û pasaportek e. Dikarin bi rêya hunera xwe, xwe bigihînin welatên din. Festîvalên wiha jî, ji bo vê yekê derfetek e ku bikarin pê hunera xwe bidin nasîn. Yên tên temaşe jî dikin, peyam û hin zanyariyan digirin. Festîval wisa dike ku pêşbirkek di nava her kesî de çêbe. Ji bo bikarin asta festîvalê ji bilind bikin.”
Divê qedexê deyne ser wan filman
Her wiha Zahîr Elî bal kişand ser wan filmên biyanî yên ku ne li gorî çanda Kurdî tên dublajkirin û der barê vê yekê de wiha axivî, “Divê Wezareta Rewşenbîrî qedexê deyne ser wan film û berhemên ziyanê digihîne civaka me û exlaqê ciwanên me xirab dike. Ji bo ciwan siberojek xirab çêdibe. Heya ji ber nahizirin ka çawa hatine cîhanê jî. Ji bo hesabê ti kesê nakin. Ciwanan tiştên baş kirine û em bi wan dilxweş in, eger bigihin asta cihanê wê hîn bikarin serketî bin. Ji bo vê yekê jî divê xwe bi pêş bixin.”
‘Divê filmên me jî bo zimanê biyanî bêne dublajkirin’
Sînemager Beyan Zerifî diyar kir ku divê filmên Kurdî jî bi zimanên biyanî bên dublaj kirin û got: “Di serî de ez spasiya yên ev festîval organîze kirî dikim, Silêmaniye her tim pêşeng e di warê hunerî û karên ciwanan de. Hêvîdar im ku ev destpêkeke baş be ji bo bipêşxistina hunera Kurdî. Sûdek baş ya van filmên beşdarî festîvalê bûyî û wergerandine zimanê dayikê heye. Lê divê filmên me bi xwe jî ji bo zimanên biyanî bêne dublajkirin. Ji bo ku ew jî ji çand û hunera me fêr bibin û nas bikin. Mînak kesên beşdarî festîvalê bûne yên weke Ereb û kesên din ên cûda ji filmên me zêde baş fêm nekirin, ji ber ku bi nivîs hatibû wergerandin û ji me re gotin, me gelek tişt jê fêm nekirin. Kurtfilmên me jî hemû ji bo zimanên biyanî werin wergerandin. Ji bo ku baştir ji wan sûd were wergirin. Di festîvalê de rexneya min ev hebû.”
Serweriya baviksalarî
Her wiha Beyan Zerifî got, di sînemaya Kurdî de zîhniyeta baviksalarî serwer e û wiha axivî: “Heya niha di nava hunerê de jî baviksalarî maye. Heya ku baviksalarî hebe û ev cûdahî hebe, wê kes ji me jî yek sûdê wernegire. Wê kes ji me hev nepejirîne. Wê beramberî xwe qebûl neke. Ji ber van sedeman, heta ku hinek jin ji hunerê dûr jî dikevin. Hêvîdar im ku ev nêzîkatî nemîne.”
‘Hunera sînemayê hunereke nû ye’
Sînemager Gezîze Omer jî diyar kir ku li Kurdistanê hunerê sînemayê hunereke nû ye û der barê vê yekê de wiha peyivî: “Mirov dikare bibêje ku li Kurdistanê sînema hunera herî nû ye. Bi taybetî hewldana komek ciwanên Kurd ji bo bipêşxistina sînemayê heye. Ezmûnên wan diyar in. Di heman demê de di warê filmên dokumanterî de jî. Bi van rêyan karîne beşdarî festîvalên filman ên cîhanî bibin.”
‘Divê em bibin cîhanî’
Gezîze Omer diyar kir ku hîn sînemaya Kurdî sînorên xwe derbas nekirine û got; “Li seranserî Kurdistanê hîn sînemayê sînor derbas nekirine. Divê em bibin cîhanî. Em bi çavê cîhanê temaşeyî tiştan bikin. Divê em xwe sînordar nekîn. Bibêjin, tiştê em çêdikin ne tenê ji bo welatê me ye. Ger sînemager û hunermendên me dixwazin biçin cîhana sînemayê, divê bihizirin ku sînoran derbas bikin û bişikînin. Pirsgirêkên Kurdan hîna berfirehtir li cîhanê bidin naskirin.”
‘Asta wan têrker nîne’
Her wiha Gezîze Omer rexnê li ser filmên tên dublajkirin kir û têkildarî vê yekê got, “Ez di wê baweriyê de me ku gelek dram û filmên tên dublajkirin û weşandin nikarin xizmeta welatiyên Kurd bikin. Yên tên dublajkirin jî asta wan têrker nîne. Qet zarok û civaka Kurd perwerde nakin. Ev yek ji bo me mezintirîn pirsgirêk e. Di vê qeyrana ragihandin û hunerî de em nizanin ji kê gazincan bikin da ku pêşî li van tiştan bigirin û sînorekî li pêşiyê deynin. “
SILÊMANÎ
‘Tevlîbûna jinê kêm e’
Sînemager Gezîze Omer bal kişand ser rola jinê di sînemayê de û wiha peyivî: “Di karê hunerê de karkirin ji bo jinan gelekî zehmet e, heta ji bo zilaman gelekî giran e. Ji bo wê jî dema jin be, divê xwe li hemberî astengî û zehmetiyan bigire. Ji bo vê jî hewldanên gelek divê û divê piştgirîya wan jî bê kirin. Nexasim, dixwazim jin bi cesaret beşdarî karê huner û sînemayê bibin. Ji ber ku mixabin di vî warî de tevlîbûna jinan gelekî kêm e. Bi tiliyên destekî tên hejmartin.”