Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di civîna koma BDP’ê ya Meclisê de pêvajoya hevdîtinên li Îmraliyê û 15’ê Sibatê nirxand. Demîrtaş, diyar kir ku niha li Tirkiyeyê niqaşa sereke hevdîtinên Îmraliyê ye û wiha got: “Di 15'ê Sibata 1999’an de birêz Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi komployekê revandin û anîn Tirkiyeyê. Wê demê hikûmetê digotin ‘Me serkeftinek bi dest xistiye.’ Lê di navberê re 14 sal derbas bû, tu gavên çareseriyê nehatin avêtin. Niha di merhaleyek cuda de ye. Niha hikûmet li Îmrahiyê hevdîtin dike. 14 sal derbas bûn, lê pêvajo nû tê destpêkirin. Dîsa her çend dereng mabe jî divê ji niha û şûnde em gavek nû bavêjin.”

Demîrtaş, anî zimam ku kesên li Îmrahiyê hevdîtinê dikin di salvegera komployê de ciwanên 15’ê Sibatê şermezar dikin qetil dikin û wiha berdewm dike: “Pêr polîsan ciwanê bi navê Şahîn Oner ê 19 salî qetil kirin. Ewil walî daxuyanî dide û dibêje bombe di destê wî de teqiya. Lê piştre derket holê ku maşîna zirxî lê xistiye û piştre bêyî ku wî bibin nexweşxaneyê û li gel ambulans hatiye cihê bûyerê jî, nebir nexweşxaneyê û li Qereqolê jiyana xwe ji dest da. Wezîrê Karê Hundir, Walî û Midurê polîsan berpirsiyarê vê yekê ye.”

Pêvajoyê vebêjin

Demîrtaş, xwest bi lezgîn Waliyê Amedê û Midûrê polîsan ê Amedê û Wezîrê Karê hundir vê yekê aşkere bikin û wiha berdewam kir: “Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Ciwanên komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin tên qetilkirin. Li aliyekî li Îmraliyê hevdîtin dikin li aliyê din ciwanên ku 15’ê Sibatê şermezar dikin qetil dikin. Ev çawa gavên çareserî û aştiyê ye. Kî pêvajoyê dixetimîne? Pêvajo dê bixetime. Kesên dibêjin hûn pêvajoyê dixetimînin, lê li Amedê bi panzêrê ciwanên 19 salî qetil dikin. Gelo niha kiye yên pêvajoyê dixetimînin. Hevserokê KCD’ê birêz Ahmet Turk di axive dibêjin ji ber tu axivî te pêvajo xitimand. Wê demê bila nivîskar û rojnameger vê rastiyê bibînin û rastiyê bi civakê re parve bikin. Kî pêvajoyê çawa dixetimîne bila binivîsin.”
Demîrtaş, destnîşan kir ku aştî êdî ne pirsgirêka Tirkiyeyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pirsgirêka hemû herêmê ye. Ji ber vê yekê em di nava hewldan û têkoşîna ku em dê çawa aştiyê bînin Tirkiye û herêmê dene. Ji bo çek bi dawî bibin, divê siyaset azad bibe. Ger ku siyaset ne azad be çek azad nabin. Heta ku siyaset azad nebe çek nayên berdan.


 'Yê krîzê derdixe AKP ye'
Demîrtaş, da zanîn ku ger dixwazin vê krîza hikûmet ava dike ji holê rakin ew amade ne ku piştgiriyê bidin û wiha pêde çû: "Em naxwazin û destûr nadin ku BDP'ê wekî amûra krîzê nîşan bidin. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê pêş bikeve. Em dixwazin pêvajo zelal û samîmî pêş bikeve. Li gel hemû hewldanên me meh û nîvek e hevdîtinên Îmraliyê pêk nehatine. Niha hinceta keştî xerabe ye heyetê naşînin Îmraliyê. Lê yê xerabe Erdogan bi xwe ye. Demîrtaş, kadrodayîna cerdevanan jî rexne kir û wiha got: "Li şûna hûn hezar kadro cerdevan didin çewlîkê kadroya hezar karkerê daristanê bidin Çewlikê. Bila dar bên çandin aştî pêş bikeve.”

DÎHA/ENQERE