Berpirsê Peywendiyên Komeleya Îslamiya Kurdistanê Selîm Koyî got: "Pêwîste li beramber parastina Şengalê spasiya gerîlayên PKK'ê bê kirin û ji bo rizgarkirina Şengalê ji destê DAIŞ'ê em hemû bi hev re girêdayî bîn."

 Berpirsê Peywendiyên Komeleya Îslamiya Kurdistanê Selîm Koyî der barê hebûna PKK'ê li Şengalê ji RojNews re axivî. Selîm Koyî got rizgarkirina Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ'ê ji bo Herêma Kurdistanê girînge û wiha pêde çû: Lê eger çend hêz hene ji hev cûdan jî, divê em hemû di bin nexşeya rizgarkirina Şengalê de kar bikin."

 

‘Tu partî ne berpirsê Şengalê ye’

Selîm Koyî diyar kir ku ti hêzên ku yek rêveberiya wê nebe wê bi serketî nebe û wiha derbirî: "Ji bo rizgarkirina wî bajarî ti hêz bi ser nakeve eger di şer de yek rêveberiya wê nebe. Nabe nêrînên partiyan li wir were behs kirin, wê çawa bê azad kirin, kiyê azad bike? Ev yek piştre axaftin li ser tê kirin."

 Selîm Koyî derbirî ku pêwîste spasî û teqdîriya hêzên PKK'ê bê kirin ku li Şengalê ne û wiha ragihand: "Ji ber hebûna PKK'ê ya li Şengalê ya ji bo rizgarkirina wê divê bê spaskirin û teqdîr kirin. Lê pêwîste di dema rizgarkirina Şengalê de ligel pêşmergeyan bi yek nexşeyê kar bike û bi hev re alîkar bin."

 Berpirsê Peywendiyên Komeleya Îslamiya Kurdistanê Selîm Koyî di dawiya axaftina xwe de got ku ti partî berpirsê Şengalê nîne û em hemû kar dikin ku Şengalê di bin destê çeteyên DAIŞ'ê de rizgar bikin.


HANA AZAD/ROJNEWS/HEWLÊR