Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê qetilkirina 18 welatiyên Bakurê Suriyeyê yên ji pêkhateya Ereb ku ji aliyê artêşa Tirk ve, bi tundî şermezar kir û bal kişand ku li hemberî van êrîşan mafê xwe parastinê yê gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Tirkmen heye û divê tu êrîş jî bêbersiv neyên hiştin. Her wiha TEV-DEM’ê bang li Neteweyên Yekbûyi (NY) û raya giştî ya navneteweyî jî kir ku li hemberî komkujiyên dewleta dagirker a Tirkiyeyê bêdeng nemîne û ji dewleta dagirker hesab bê xwestin.


‘Li hemberî îradeya civaka demokratîk e’

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, ji gelên Bakurê Suriyeyê hat xwestin ku li hemberî êrîşên bêbersiv nemînin. Daxuyaniya TEV-DEM’ê bi vî rengî ye: “Hovîtî û komkujiya dewleta dagirker a Tirkiyeyê li ser Bakurê Sûriyeyê bi her şêwazî berdewam dike. Dewleta dagirker a Tirkiyeyê û desthilatdarî û dîktatoriya hikûmeta AKP’ê û Erdogan ne tenê dijminantiya gelê Kurd dikin, di heman demê de hemû ol û civakên ku li ser axa Sûriyeyê dijîn jî ji xwe re kirine hedef. Esas hovîtî û dijminantiya AKP’ê û Erdogan li hemberî îradeya civakên demokratîk, jiyana azad, demokratîkbûna Sûriyeyê ye. Ji bo vê di her fersendê de gef û hovîtiya xwe li hemberî Bakurê Sûriyeyê diyar dikin. Bi hêza xwe ya dagirker hem bi her awayî piştgiriya çeteyên weke El-Nûsra û OSO dike hem jî bi awayekî bêexlaq van hêzan bi kar tîne.”


’Piranî jin û zarok bûn’

Herî dawîn dewleta dagirker a Tirkiyeyê pêr di nava 24 saetan de li Girê Spî, Tirbespî û Serêkanî 18 hemwelatiyên bakurê Sûriyeyê yên Ereb ku piranî jin û zarok bûn bi hovane qetil kirin û her wiha gelek hemwelatî jî birîndar bûn. Di serî de ev komkujiya li ser pêkhatiyên Ereb em bi tundî şermezar dikin. Yên ku hatine qetilkirin beriya her tiştî hemwelatiyên Bakurê Sûriyeyê ne. Çi Kurd, çi Ereb, çi Asurî, çi Suryan û çi Tirkmen be ev komkujiyeke dermirovahiyê ye. Em soz didin hemû civak û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ku dewleta dagirker a Tirkiyeyê ew ê tu caran daxwazên xwe yên qirêj û dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê yan jî li tevahiya Sûriyeyê nikaribe pêk bîne.


’Divê tu êrîş jî bêbersiv neyên hiştin’

Wateya komkujiya ku 18 hemwelatiyên li Bakurê Sûriyeyê hatine qetilkirin ew e ku yên zext û zordariya dewleta Tirkiyeyê qebûl nekin ew ê hedefa dewleta dagirker bin. Divê dewleta dagirker a Tirkiyeyê baş bizanibe ku ew ê tu caran nikaribin biratiya li Bakurê Sûriyeyê tê avakirin, îradeya demokratîk û jiyana wekhev a gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Tirkmen xera bike. Li hemberî van êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyeyê mafê xwe parastinê yê gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Tirkmen heye û divê tu êrîş jî bêbersiv neyên hiştin. Em di vê zanebûnê de ne ku hemû gel û civak weke Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan û Tirkmen jiyana hevbeş çiqas xurt bikin, em ê hîn xurtir û encamgirtî bikaribin bersiv bidin êrîşên derve yên dewleta dagirker a Tirkiyeyê. 

Dîsa bangawaziya me ew e ku Neteweyên Yekbûyî û siyaseta navneteweyî li hemberî komkujiyên dewleta dagirker a Tirkiyeyê bêdeng nemine û ji dewleta dagirker hesab bê xwestin.” 


ANHA / QAMIŞLO