Artêşa dagirker a Tirkiyeyê ji 26´ê Îlonê ve li Girê Spî û Serêkaniyê 17 welatiyên sivîl qetil kir û gellek kes jî birîndar xist. Li ser vê yekê Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bajarê Girê Spî Hemdan El-Ebid axivî. Hemdan El-Ebid ji civaka navneteweyî xwest ku derbarê komkujiyên dewleta Tirk li Bakûrê Sûriyeyê lêpirsînekê veke û got “Ez ji civaka navneteweyî, hemû rêxistinên mafên mirovan dixwazim ku komkujiyên Tirkiyeyê pêk anîn û tê de 17 welatiyên sivîl piraniya wan cotkar û şivan bûn, hatin kuştin bi belge bikin. Li gundê Kihêlê yê li rojhilatê bajarê Girê Spî 6 welatiyên sivîl ji wan sê zarok û sê jin hatin hedefgirtin. Li Serêkaniyê jî malbatek bi temamî di nav de 4 zarok hate qirkirin û hê jî cenazeyên 4 kesan ji wan li erdê ye.”
Hemdan El-Ebid di dawiyê de ji civaka navneteweyî xwest ku van komkujiyan di ber çavan re derbas bike û hemû sînor û deriyan li pêşiya rêxistinên mirovahiyê veke.
ÎBRAHÎM EHMED/ANHA/GIRÊ SPÎ