Di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên Tirk de roja 1’ê Tebaxê li gundê Zergelê yê herêma Qendîlê 6 xanî hilweşiyan, bi giştî 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Dr. Mahmûd Osman êrîşa hat kirin weke ‘komkujiyeke bi zanebûn’ pênase kir û anî ziman ku Tirkiyeyê li Zergelê mirovên sivîl hedef girtiye. Dr. Osman bal kişand ser bêdengiya dewletên rojavayî li hemberî vê komkujiyê û bang li Kurdan kir ku ji bo Tirkiye li qada navneteweyî were darizandin bikevin nava hewldanan.

Dr. Osman destnîşan kir ku hikûmeta Tirk li hemberî hemû Kurdan terora dewletê dimeşîne û got, “Heta niha PKK’ê gelek caran bi awayekî yek alî agirbest îlan kir û şer sekinand. Herî dawî Birêz Ocalan bi însiyatîfa xwe pêvajoyeke çareseriyê da destpêkirin. Lê belê dewleta Tirk şensekî têrker neda vê însiyatîfê. Ji ber ku Tirkiye dixwaze PKK dest ji çekê berde û teslîm bibe. Û dibêje ‘em ê hingî biaxivin’. Baş e, eger PKK dest ji çekan berde wê pêvajoya çareserî û aştiyê li ku bimîne.”


Bi zanebûn ew tişt kirin

Dr. Osman îdîayên “Li Zergelê kampa PKK’ê heye” yên dewleta Tirk derewand û got, “Ez wê herêmê gelekî baş nas dikim. Di sala 1966’an de yanî beriya 49 salan em li wir bûn. Komîteya Navendî ya partiya me (PDK) li wir bû. Ew herêm dûrî ji navenda Qendîlê ye. Kampên PKK’ê ji wê derê gelekî dûr in. Ti eleqeya xwe pê nîne. Ew Kurdên ji Başûrê Kurdistanê ne. Jin, extiyar, zarok lê dijîn. Li wê derê yekser mirovên sivîl hedef hatine girtin. Tirkiyeyê ev yek bi zanebûn kir.”


Bêdengiya Ewropa û 

Emerîka rexne kir

Dr. Osman da xuyakirin ku PKK bi agirbestê re dilsoz maye lê belê dewleta Tirk êrîşên xwe dewam kiriye û ev xal destnîşan kir: “Yê êrîş dike, yê şer dike dewleta Tirk e. Dewleta Tirk terorîst e. Vê hêza xwe jî ji DYA digire û êrîşî xaka Kurdistanê dike. Pêwîste DYA û welatên Rojavayî êdî destekê nedin Tirkiyeyê. Ji bo tavilê li dora maseyê bê rûniştandin, pêwîste hewldan bê kirin. Ji bo vê jî girîng e Serok Apo serbest were berdan. Êdî azad be, ku karibe vê pêvajoyê bi rêve bibe. Kurd ji bo aştiyê amade ne. Lê belê hikûmeta Tirk şer dixwaze. Rojname dinivîsînin; ‘Tirkiyeyê heta niha 3 caran bombe li DAIŞ‘ê barandiye, lê 75 caran bombe li PKK’ê barandiye’. Tirkiye ji cîhana Rojava re dibêje ku li hemberî DAIŞ’ê şer dike, lê rastî ne welê ye. Kurdên li Iraqê bombe dike, Zergelê bombe dike. PKK’ê bombe dike. Divê dewletên Rojavayî li dijî vê derkevin. Ji ber ku îro yekane hêza bi bandor a li hemberî DAIŞ’ê li gelemperiya cîhanê şer dike PKK û Kurd in. Tirkiye ji her alî ve destekê dide DAIŞ’ê. Her kes bi vê dizane.”

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mahmûd Osman ev bang li partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê kir: “Girîng e parlament û hikûmet bi yek dengî li dijî Tirkiyeyê bisekinin. Li qada navneteweyî giliyê Tirkiyeyê bikin û dozê li dij vekin. Pêwîste Tirkiye ji ber Zergelê bê darizandin, mehkûm bibe. Ev êrîş ancax bi vî rengî dikarin bisekinin.” 


ALÎ GULER/ANF/HEWLER