Li Silêmaniyê bi merasîmekê şehîdên komkujiya 25'ê Hezîranê ya Kobanê hatin bibîranîn. Merasîm pêr êvarê saet 16:00'an  li salona Tewar pêk hat. Di merasîmê de  252 kesên bi destê çeteyên DAIŞ´ê û hevkariya wan bi dewleta Tirk re jiyana xwe ji dest dayîn, hatin bîranîn. Nûnerên PYD, HDP, Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê, Endamê Desteya Rêveberiya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl û bi dehan kes amade bûn.

Merasîmê bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurd destpê kir. Piştre jî li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK'ê yên li Başûr Îbrahîm Heme Emîn peyama malbatên şehîdan xwend. Îbrahîm got, komkujiya Kobanê jî wê weke komkujiya Helebce, Serdeşt, Dersim û Qamişlo  neyê jibîrkirin.


 'Şoreşa Rojava bûye mînak'

Endamê Desteya Rêveberiya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl jî di merasîmê de axivî û got: "Weke TEV-DEM`ê em kiryarên vê komkujiyê şermezar dikin. Bêguman şoreşa Rojava bi saya xwîna van şehîdan û tevahiya şehîdên berxwedanê gihiştiye roja îro.  Ev şoreş ji bo tevahiya gelên azadîxwaz bûye mînak. Pêwîst e şervanên her şoreşekê ji xwe re şoreşa Rojavayê Kurdistanê mînak bigirin. Ji ber ku bi derfetên gelek kêm ev şoreş gihişt roja îro. Dema ku temaşe bikin wê bibînin ka şoreş çawa bi pêş dikeve, îro şoreşa Rojavayê Kurdistanê ber bi tevahiya xaka Sûriyeyê ve pêngava diavêje.  Rojane bê cûdahî welatiyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî û Xisrîstiyan ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar dike."


'Divê sîstema Xweseriya Demokratîk bipejirînin'

Aldar Xelîl di berdewama axaftina xwe de wiha destnîşan kir; "Damezrandina sîstema xweseriya Demokratîk di rastiyekê de ezmûneke serketî ye û paşeroja gelên Rojavayê Kurdistanê ronî kir. Damezrandina Sîstema Xweseriya Demokratîk piştrast kir ku ji bo çareserkirina tevahiya krîzên Sûriyeyê rêya sereke ye. Niha li Sûriyeyê gelek pirsgirêk hene, lê heya niha ew hêzên ku xwe weke demokratîxwaz nîşan didin, nekarîne projeyeke demokrasiyê ji bo Sûriyeyê pêşkêş bikin. Ew kesayet û hêzên ku dixwazin li Rojavayê Kurdistanê siyasetê bikin pêwîst e îro yan sibe bên li Rojavayê Kurdistanê di nava Xweseriya Demokratîk de kar bikin û vê sîstemê bipejirînin;  ji ber ku ev sîstem bi xwîna sedan keç û kurên vî welatî hatiye ava kirin."

 

'Ji bo Kongreya Neteweyî hewl bidin'

Endamê Desteya Rêveberiya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl bal kişand ser lidarxistina Kongreya Netewî û weha dawî li axaftina xwe anî; "Em weke TEV-DEM'ê bang li tevahiya hêz û partiyan dikin, ji hemû berjewendiyên teng ên hizbî û kesî dûr bikevin û ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî hewl bidin."

Piştre jî li ser navê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Abdulwehab Ehmed axivî û diyar kir ku weke Tevgera Azadî, ew şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr tînin û got, "Em dubare sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şifayê ji birîdaran re dixwazin. Kesên êriş pêk anîne û hevkarên wan şermezar dikin.  Herwiha em topbaranên rejîma Îranê yên ev çend roj in li ser sînorên Başûrê Kurdistanê weke Tirkiyeyê pêk tîne, şemezar dikin."


Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ´ê

Nûnerê HDP'ê yê li Herêma Kurdistanê Salih Yilmaz jî di merasîmê de axivî û komkujiya Kobanê şermezar kir û got, "Dewleta Tirk rojane li ber çavê hemû cîhanê alîkariya çeteyên DAIŞ'ê dike ku rojane komkujiyan pêk tînin. Lê mixabin li rexmê ku belge hene jî, hemû cîhan li hember dewleta Tirk a faşîst bêdeng e."

Piştre jî li sînevîzyona derbarê komkujiya Kobanê de hat temaşekirin.


POLA PIŞDER/ROJNEWS / SILÊMANÎ