Kopiyek a nameya Senatora Frensî Nicole Borvo Cohen-Seat gihişt destê ANF’ê, di nameyê de balê dikişîne ser zext û operasyonên di bin navê KCK’ê de ji aliyê hikûmeta AKP’ê li hemberî Kurdan tê pêkanîn.
Senator di nameya xwe dibêje; “Ez ji Tirkiyeyê agahiyên bi fikar werdigrim. Birêz Erdogan li hemberî muxalefetê û bi taybet jî li hemberî Kurdan zextên bêhempa pêjk tîne. Delegasyonek ku çûbû herêmê, ev agahî ji min re piştrast kir.
Girtin bi komel pêk tên û her roj lîste zêde dibin. Ji sala 2009 ve 9 hezar Kurd ketine girtîgehan. Hikûmeta Tirk ji wekîkên ku gel wana hilbijartiye jî nabore. 6200 edamên BDP’ê di girtîgehan de ne. Di nava vana de zêdetirê sed hilbijartî, şaredar, rêveberên meclîsên herêmî û şaredariyan, û heta parlementerên ku destnedana li ser wana hatine rakirin jî hene. Komîsyona Mafê Mirovan a Yekitiya Ewropayê jî nerazîbûnên xwe yên li hemberî van binpêkirinên li ser demokrasiyê jî nîşan da.
Gelek rojanemvanên girtî hene. Rêxistinên mafê mirovan behsa bi sedan zarokan dikin, teqez mirov nikare bi xweşbînî li vê yekê binêre.
Operasyonên li hemberî rêxistina KCK’ê ya ku rêzê nîşanî kêmar, demokrasî û mafên kesî dide, gelek rojnamevan, parêzer, sendîkavan, xwendekar, siyasetmedar û tevî Buşra Ersanli û Ragip Zarakolû, berê gelek kesên din da girtîgehê.
Dîsa, bi mehane artêşa Tirk herêmên sînorê Iraqê yên ku berxwedêrên gelê Kurd lê ne, bombebaran dikin û di enama wê de weke li Qilabanê gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Herî dawî, 34 cenazeyên bi awayeke hovane hatien parçekirin anîn morga Meletiyê, bi vê yekê hate dîtin ku careke din çekên ji aliyê peymanên navnetewî ve hatine qedexekirin hatine karanîn.
Kurd daxwaz dikin ku mafên Kurdan ên çandî û siyasî y ên Enqere wan înkar dike, bêne naskirin. Kurdan pêşniyar otomiyeke demokratîk kir û bi aşkereyî rêya aşitiyane hilbijartin.
Divê binpêkirinên li hemberî mafê wan bêne rawestandin û ev zilma heye bi tundî were şermezarkirn. Ez bi navê xwe piştgiriyê didim hemû kesên mexdurên vê yekê ne.
Rêzdar Wezîr, ez di wê baweriyê de me ku ji bo pirsgirêka Kurd bigihe çareseriyeke siyasî, pêwîstî bi hewldanên Franse û Yekitiya Ewropayê hene. Ev yek her roj mezintir dibe.
Ez hêvîdar im ku pêbaweriyek divî warî de bidin min û ji niha ve spasiyên xwe pêşkêş dikim.”
ANF/PARÎS