Ji bo berjewendiyan binpê dikin
Parlamenterê SP ê Kantona Baselê Mûstafa Atici, helwesta Yekîtiya Ewropayê ya têkildarî Tirkiyeyê bi tundî rexne kir û destnîşan kir, ku welatên Yekîtiya Ewropa di çarçoveya berjewendiyên xwe de mafên mirovan ên bingehîn binpê dike. Atici got, “Ewropa ji bo peymana li ser qebûlkirina penaberan a bi Tirkiyeyê re beriya hewldana darbeyê îmze kir xera nebe, mîna ku mafên mirovan li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê nayê binpêkirin, li rewşê temaşe dike” û diyar kir, zextên li çapemeniyê û êrîşên dema dawî ne yên qebûlkirinê ne.“
Li gorî Atici divê mekanîzmeyek zextê ya Ewropa li dijî Tirkiyeyê bê avakirin û got, “Pêwîste em jî di her firsendê de rewşa li Tirkiiyeyê bixin rojevê. Lazim e em rewşa li Tirkiyeyê ne tenê ji siyasetmedarên li Ewropayê re, ji gelê Ewropayê re jî vebêjin. Bi destekeke xurt a raya giştî re em dikarin hin tiştan li Ewropayê bilivînin.”
‘Divê em li dij girtina Med Nûçe rabin‘
Atici her wiha şîrketa weşanê ya Fransayê Eutelsat jî rexne kir, ku weşana Med Nûçe sekinandiye û wiha dewam kir: „Eşkere ye, sekna li pêşberî girtina Med Nûçe li gorî berjewendiyên aborî hatiye destnîşankirin.” Atici got, “Divê em girtina Med Nûçe bixin rojeva organên çapemenî-weşanê yên Ewropayê, bala wan bikişînin ser mijarê û bi vî rengî nerazîbûnek li dijî vê biryarê bafirînin.”
‘Êrîşên li dij çapemeniyê nayên qebûl kirin’
Seroka SP a Kantona Baselê Brîgîtte Hollînger bibîr xist, ku piştî saziyên qanûn danîn, rêveberî û dadgeriyê, di nava demokrasiyê de medya serbixwe weke hêza çaremîn a herî girîng e û êrîşên dewleta Tirk ên li çapemeniyê rexne kir. Hollînger got, “Medya serbixwe lêkolîn û lêpirsînê dike bê karên hikûmetê yan jî mekanîzmayên din rast in yan na. Di vî warî de rexneyan dike û dixe rojeva gel. Gel bi rêya çapemeniyeke serbixwe dikare hîn bibe li welêt çi diqewime. Êrîş û astengiyên li pêşiya çapemeniyê, pêkanînên antî demokratîk in. Bi ti awayî ne yên qebûlkirinê ne.”
‘Divê danûstandin bên rewestandin‘
Hollînger diyar kir, di rewşa heyî de divê pêvajoya danûstandinên endametiya Yekîtiya Ewropayê yên bi Tirkiyeyê re tê meşandin, were sekinandin û got, “Ji ber qanûnên antî demokratîk ên heyî yên li Tirkiyeyê, divê ev yek were kirin.“
Hollînger sekinandina weşana Med Nûçe ji aliyê şîrketa Fransayê Eutelsatê ve nirxand û got, “Eger şîrketa weşanê di encama zextên Erdogan de biryareke bi vî rengî da be, ev yek divê weke pirsgirêkek mezin bê dîtin.”
SERKAN DEMÎREL / ANF / BASEL