Li Kartala Stenbolê HDP’ê Şeva Dengbêjan li dar xist. Xelkê elaqeyeke baş nîşanî kilamên dengbêjan da.
HDP li Navenda Çandê ya Hasan Ali Yucel a li Navçeya Stenbolê Kartalê Şeva Dengbêjan li dar xist. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, MEYA-DER, ANYAKA-DER, Rêxistina CHP’ê ya Kartalê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), gelek komeleyên wekî din, Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avci beşdarî Şeva Dengbêjan bûn.
Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Delal Şeker destpêkê axivî û got, “Çanda Kurd bi saya dengbêjiyê heta roja îro hatiye. Dengbêjî deng zindî dike. Dengbêj nahêle çîrokên gel winda bibin. Dengbêj hafizaya gel in.”
Piştre Erdal Avci axivî û got, “Gelên li Mezopotamyayê ji bo hebûna xwe îsbat bikin, bi salan berdêlên mezin dan. Ji bo em bên vê astê, ev 40 sal in, em berdêlên giran didin. Ji bo ev mîrate bigihêje nifşên din em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan Nezîr Agit, Xalide, Kazo, Alîcan Bilgin, Hozan Baran, Vechettîn û Arif Xelatî derketin ser dikê. Gel eleqeyek baş nîşanî klamên dengbêjan da.
STENBOL