Mele Mahfûz, ku heta niha 701 helbest nivîsandin, rastiya jiyanê û çavdêriyên xwe bi huner û pisporiyek pir mezin tîne ziman. Helbestên ku bi wesne û pîvan dinivîsê, guhdaran bi xwe ve girê dide û dike evîndarê helbestê.
701 helbest nivîsandin
Mele Mahfûz ki li Gundê Ramdanka Farqîna Amedê ji dayik bû, li gelek bajar û welatan geriya û heta niha 701 helbest nivîsandin. Mele Mahfûz ku di 7 saliya xwe de Quran xwend û 8 salan feqetî kir, li 7 gundan meletî kir. Ji ber ku rastî got rastî zilm û zordariya dewletê, mîr û began hat. Mele Mahfûz piştî feqediyê dest bi meletiyê kir. Li Medreseyan quran xwend û di feqîtiya xwe de bû evîndarê helbestan. Li Dêrîk, Qoser, navçeya Wêranşar a Rihayê meletî û feqetî kir.
Li çar aliyên Kurdistanê çû serdana hunermendan
Piştî ku gundê wan hate şewitandin debasî Amedê bû û li Amedê bi cih û war bû. Heta niha li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê geriya. Mele Mahfûz, pêşî li Rojavayê Kurdistanê çû serdana gorîstana Seydayê Mele Şexmûs (Cegerxwîn). Paşê jî li çar aliyên Kurdistanê, li Mehabad, Qamişlo, Silêmanî û Cizîrê çû serdana gelek gorîstanên helbestvan, nivîskar û hunermendên navdar yên kurd û dilsoziya xwe nîşan da. Gorîstanên Seydayê Mele Ahmetê Cizîrî, Şex Mehşûq, Baba Tahirê Uryan, Hemîn, Selahattîn Eyûbî, Mele Ebdullayê Xerzî, Qadî Muhamed, Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyran tenê çen ji cihên ku çûne serdana wan in.
Mele Mafhûz heta niha li ser hezar gotinên pêşiyan lêkolîn kiriye û 701 helbest nivîsandine. Li ser evîndariya welat, êş û jarên civakê û welat, li ser koçberî û şewata gundan helbest bi meqamê beyt arûzan nivîsandiye. Mele Mahfûz, da zanîn ku ew evîndarê Feqiyê Teyran û Mele Ehmedê Xanî ye.
Dîwana ´Baxçeyê dîlber û aşiqan´derdikeve
Mele Mahfûz, li ser ger û xebatên xwe wiha got: “Her kes dixwaze mirovekî zîrek be. Dixwaze li ser ziman û neteweya xwe xizmet û xebatê bike. Weke meleyan jî ziman û pênûsa me û ilmê me heye. Tesîra zordar û zulmkaran pir li ser me hebû. Dîsa mele di bin bandora axa û mîran de bûn. Min xwest li ser vê bandor û zordariyê helbestan binivîsim. Min 7 salan meletî kir li 10 cihan koçber bûm. Em çûn kijan gundî me heqê kamyona xwe bi xwe da. Ji ber ku me rastî got em nehatin starkirin. Li hemberî vê zulm û zordariyê me bi pênûs û zimanê xwe helbest nivîsand. Heta em sax bin em ê li ziman, nasnameya û baweriya xwe xwedî derkevin. Em bang li hemû mele û aliman dikin ku li gorî rastiyê tevbigerin û li gorî rastiya Quranê tev bigerin. Bila ji gel re rastiyê bêjin û xebatê ji gelê xwe re bikin.”
Mele Mahfuz diyar kir ku helbest û berhemên xwe ku di dîwanekê de kom kirine çap dike. Dîwana Mele Mahfûz wê di demek nêzîk de bi navê “Baxçeyê dîlber û aşiqan” derbikeve.
DÎHA/AMED