Çakmak diyar kir ku gelek kesên ku li ber dîwar derbas dibin, bi baldarî li dîwar mêze dikin û wateya motîfan dipirsin û wiha got: “Ev fîgur aydî gelên ku li erdnîgariya Mezopotamyayê jiya ne. Ez motîf paşeroja gelên ku li vê herêmî jiya ne vedibêje. Motîfên ku hatine xêzkirin dê bibe sedem ku em nasnameya gelên li ser vê erdnîgariyê jiyane hîn bibin.” Çakmak anî ziman ku gelek kesan rexneya ‘Çima li ser dîwar motîfên aydî Mîttaniyan nîn in?’ li wan kirine û got, emê di rojên pêş de motîfên aydî Mîttaniyan jî li ser dîwar bineqşînin. Her wiha hostayê dîwar yê rojavayî Mustafa Muhammet jî ji bo çêkirina dîwar kedê dide. Muhemmet anî ziman ku dê pêvajoya Şoreşa Rojava jî li ser ‘Dîwarê Çandê’ bineqşînin û dîroka hatiye jiyîn bibîr bixin û got: “Li Rojava dîrok tê nivîsandin. Emê jî dîroka ku li Rojava tê nivîsandin li ser dîwar bineqşînin.”
DÎHA/MÊRDÎN