Divê pênûs û boyaxan bidin destê zarokên xwe. Divê malbat zarokan bi gotinên ‘kanepê, dîwaran boyax neke’ netirsînin. Ji ber ku huner azadî ye, divê zarok neyên çewisandin.Divê zarok, huner û azadî bên cem hev.

Xwediya Kafe Atolye Hunerê Dijber, Elîf Yildizim dibêje, di perwerde û pêşketina zarokan de huner pirr girîng e, bi ya wê, divê zarokan neyîn tirsandin, û malbat netirsin ku ew dîwar û tiştên navmalê boyax bikin. Elîf dibêje divê zarok bibîne ku huner û azadî bi hev re hene û dêûbav jî karibin huner, azadî û zarokan bînin cem hev.

Dewleta Tirk û çerxên wê yn dagirker li Kurdistanê huner, çand û perwerdeya elaqeya xwe bi Kurdî û bipêşxistina çanda Kurdistanê heye, qedexe kir. Lê hunerê ji xwe re rêya xwe, delîveke xwe peyde kir; atolyeyên alternatîf hatin vekirin û ev atolye mirovan bi huner re tînin cem hev. Kafe Atolye ya li Kolana Çandê ya Wanê ya Hunerê Dijber, ev salek û nîv e ku ji aliyê Elîf Yildirim ve tê xebitandin. Atolye bi alavên veguhertinê tên çêkirin. Elîf bi hevjînê xwe re li atolyeyê dersan dide.

Rê hene derfet hene 

Elîfê got ji ber bi huner re di nav hev de ne, ev sê sal in di nav lêgerînê de ne û got, bikaranîna alavên veguhertinê, tercihek e û wiha peyivî: “Mirov dikarin xwezayê û veguhertinê bi kar bînin û gelek tîştan bikin. Esas, xweza pirr tiştan pêşkêşî me dike. Divê em jî bi kar bînin. Li şûna maseyên hazir, me hewl da em maseyan bi xwe çêkin. Ji bo van maseyan berhemên herî girîng palet in. Me hewl da em xwe bigihînin paletan. Me palet kom kirin û kirin mase. Piştre me dekorasyona dîwaran bi qaseyên ji hal û erasê çêkir. Me refên xwe jî ji kevnan çêkir. Alavên li malê yên me bi kar nedianîn, me ew anîn vir.”

Huner, pîşe û lîstik kurs ji bo hemûyan hene 

Elîf a ku pîşeyê wê mamostetiya zeka û dramayê bû, ev huner û behremendiya xwe biriye atolyeya xwe jî. Ew kursên wêne, peyker û boyaxkirina texta jî dide û li ser mijarê dibêje, “Kesên bixwazin kursa wêne, peyker, boyaxkirina textan bigirin, em perwerdehiyeke huner a tevlihev didine wan. Ji bo kesên dixwazin kursên profesyonel bigirin jî kurs hene û ji bo hobiyê jî hene. Zarokên dixwazin bi lîstikên zekayê bilîzin jî tên vir.”

Desthilat û pêşhukm huner bêqîmet dikin

Elîfê elaqeya ji bo huner girêdayê feraseta hunerê peragalê dinirxîne û dibêje, “Huner wek tiştekî girîng nayê nîşandan. Pêşhukmê ‘huner pere nade qezenckirin’ nayê şikandin. Pergal jiberbûnê diafirîne û ev tesîrê li mirovan jî dike û qîmet nadin huner.”

Elîfê di dawiya axaftina xwe de behsa girîngiya huner ji bo perwerde û bipêşketina zarokan dike û wiha dipeyive: “Bi taybetî ji bo karê destan û motorîka bedenê gelekî girîng e. Tiştên ku zarok bi destê xwe çêdikin ji lîstokên hazir çêtir in. Zarokên kur dema text boyax dikin, ji rengên mor, şîrik û sor bi dur dikevin. Dibêjin, em rengê ‘keçan’ naxwazin. Lê piştî demekê, ev diguhere. Ji şîrik jî hez dikin. Huner zarokan kêfxweş dike. Divê malbat huner bi zarokên xwe bidin naskirin. Divê pênûs û boyaxan bidin destê zarokên xwe. Divê malbat zarokan bi gotinên ‘kanepê, dîwaran boyax neke’ netirsînin. Ji ber ku huner azadî ye, divê zarok neyên çewisandin.Divê zarok, huner û azadî bên cem hev.”

JINNEWS / WAN