
Dîwarê di serê rayedaran de
Gokkan anî ziman ku di sedsala 21'emîn a ragihandin gihiştiye asta herî bilind de, eger kevirek jî li ser sînor bê dayîn dîwarek e û wiha dewam kir, "Ereb, sûryanî, mihelmî, kurd, ermenî, êzîdî û hwd. yên di navbera wan de sînor hatine dayîn ne dijminên hev in. Li Nisêbîn û Qamişlo gelên ku bi çanda hevpar dijîn hene. Di serê rayedaran de dîwarekî çawa heye? Ma gelo dîwarekî mîna Berlînê heye? Serokwezîr bi xwe di mijara sînorê ku bi cetvelan hatiye xêzkirin li derdorê digere.
'Nikarin êdî gelan parçe bikin'
Gokkan da xuyakirin ku dema agahiya lêkirina "dîwarê şermê" wergirtin bi rayedarên dewletê re hem nivîskî û hem jî bi devkî ketine nav pêwendiyan û wiha berdewam kir, "Walîtiyê daxuyaniya Serokwezîr û wezîran a 'li ser sînor dîwar nayê lêkirin' bi fermî ji me re ragihand. Lê belê dîwar niha li ber qedandinê ye. Li gor min mantik, zîhniyet û nêrîna hikûmeta AKP'ê tevlihev e. Qet tiştekî zelal nayê gotin. Wê îro bêjin 'Erê' wê sibe bêjin 'Na.'"
'Ev deq wê li ser eniya Erdogan be'
Gokkan diyar kir ku Tirkiye bi lêkirina dîwar xwe li dinyayê "rezîl" kiriye û wiha dewam kir, "Dîwarê Berlînê di sala 1989'an de hilweşiya. Dema Serokwezîr çû Gazze got, 'Ev dîwarê şermê ye.' Eger ev dîwarên şermê bin Erdogan ev şerm li derdora xwe pêçand. Erdogan biçe ku bila biçe wê ev şerm li ser eniya wî be. Ev dîwar ne di navbera Rojava û Bakur de hatiye lêkirin. Di navbera gelên ku demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin de hatiye lêkirin."
'Guler bû bela serê Mêrdînê'
Gokkan da xuyakirin ku Wezîrê Karên Navxweyî Muammer Guler bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û piştî bûye wezîr tiştek nemaye ku nehatiye serê Mêrdînê. Gokkan ev xal destnîşan kirin, "Li Mêrdînê goristan hatin xerakirin. Cenaze hatin revandin. Li ser sînor sivîl hatin qetilkirin. Dîwarê şermê hat lêkirin. Ambargoya li hember Rojava 3 qat zêde bû. Ev jî xizmeta wezîrê Mêrdînî yê ji bo Mêrdînê bû. Polîtîkaya wan a herêmî wiha ye."
'Dadgeha Îdareyê ya Herêmê'
Gokkan destnîşan kir ku divê serwer zanibin temenê "dîwarê şermê" ne dîrêj e û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: "Meclîsa şaredariyê ji bo hilweşandina dîwar biryar girtiye û ji bo karûbarên qanûnî dest pê bikin jî serî li Dadgeha Îdareyê ya Herêmê da. Gokkan da xuyakirin ku eger rêyên huqûqî yên navxweyî biqedin wê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) bidin. Mutleq wê ev dîwar bi mîrkut bê xerakirin. Mîna Dîwarê Berlînê wê parçeyek wê jî biçe parlamentoyê."
MEHMET ŞAH ORUÇ/DÎHA/MÊRDÎN