Wênesaz Ayşe Kapusuz, li forma dîwarên hilweşyayî, wêneyan xêz dike û vediguhere karekterek nû. Ayşeyê bi lêv kir ku dîwar îlhamek nû dide wê û got, “Nihêrîna li wî dîwarî û resmekî ku mirov dide kenîn, têrî mirovan dike.”

Ayşe Kapusuz ku dema zarok bû dîwarên malê bi pênûsê xêz dikir, lîseya Hunerê Bedew dixwîne û Fakulteya Hunerê Bedew a Mîmar Sînan diqedîne. Ayşe piştî zanîngehê li gundê Gumuşluk a Bodrumê bi cih dibe û tevlî gelek pêşangehên tevlihev dibe. Ayşe  bi giştî portreyan xêz dike, ev  8 sal in jî dîwarên wêran xweşik dike.

   

Ayşe dibêje, gelek kes heman tiştî li ser tuwalê çêdike û ew jî bêyî bendewariya aborî wek hobî vî karî dike, ji ber ku jê kêfê digire, ew kêfxweş dibe. Ayşe xêzkirina wêneyan jî wek nîşandana tiştên di dilê wê de, dinirxîne.

 

 JINNEWS / STENBOL