‘Diwaşew’ a çanda me ye yan na ?
Rêzefilmên Kurdî gelek kêm tên çêkirin, lê îsal di meha Remezanê de çend rêzefilmên Kurdî hatin çêkirin û weşandin. Yek ji wan jî Diwaşew bû ku kete ber rexneyên hunermendan. Li gorî hinekan rêzefilmên Kurdî çawa bin jî baş e ku werin çêkirin. Hinek jî dibêjin, rêzefilmên Kurdî yên îsal kopiya rêzefilmên Tirkî bûn û tenê lîstikvanên wê bi Kurdî diaxivîn.
Weşandina rêzefilmên Tirkî li Başûrê Kurdistanê hêdî hêdî bûn sedem ku êdî rêzefilmên Kurdî neyên çêkirin, yan jî gelekî kêm werin çêkirin. Vê rewşê hunermend xistin nava fikaran. Hunermend diyar dikin ku armanca rêzefilmên Tirkî ew e ku çand û rêzefilmên Kurdî werin jibîrkirin. Ji sala 2007’an ve rêzefilmên Tirkî di kanalên Başûrê Kurdistanê de têne weşandin. Lê ji sala 2013’an û vir ve weşandina rêzefilmên Tirkî bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Wek piştgiriyek ji bo hewlên boykota rêzefilmên Tirkî û bipêşxistina rêzefilmên Kurdî, îsal çend rêzefilên Kurdî di kanalên Başûr de hatin weşandin. Li aliyekî piştgiriya weşandina van rêzefilman hate kirin, lê li aliyê din jî rexne li wan hatin girtin ji ber ku şêwazê tomarkirina wan heman şêweyê rêzefilmên Tirkî bû. Tevayî karmendên berhemanîna rêzefilm ji bilî lîstikvanan tev ji Tirkiyê çûbûn Başûrê Kurdistanê.
Dûrî civaka Kurdî ne
Nivîskar Kameran Subhan li ser rêzefilmê ‘Diwaşew’ di nivîseke xwe de dibêje: “Rêzefilmê ‘Diwaşew’ mijar û çîrokek ji civaka Kurdî dûr e. Nikare civaka Kurdî ji hemû aliyan ve bibîne û bixwîne. Civaka Kurdî jî xwediyê gelek bûyerên kuştin, revandin û tawanên mafyayê tê de heye ku veşartî mane.”
Li ser heman rêzefilmê, Mamostaya Zanîngehê û Pispora Zimanê Kurdî Terîfe Omer jî rexne li xeletiyên ziman girt û got, “Hinek peyv tê de hene ti behaneyeke wan a zanistî nîne. Sedema vê yekê jî ew e ku di dema çêkirina rêzefilm yan jî şanoyan de kesên zimanzan û pispor di nava karmendên çêkirina wê de ne amade ne. Pêwîst dike di Beşa Hunerên Bedew de dersa zimanê rastaxivînê were dayîn.”
Anîna derhênerên Fars û Tirk xeletî ye
Hunermend û Sekreterê Giştî yê Komeleya Hunerên Bedew a Şaxê Silêmaniyê, Aştî Kemal bi xwe dibêje, “Ez piştgiriya van rêzefilmên Kurdî dikim, her çiqas hinek kêmûkurtî di wan de hebin jî careke din em dikarin bi hev re van pirsgirêkan li pey xwe bihêlin. Ji bo mînak rêzefilma Diwaşew derhênerê wê zêdetir sûd ji Tirkiye wergirtiye, karên wan zêdetir nêzî yên Tirkî bûn. Zedetir jiyana gelê Tirk nîşan dida.
Em dikarin sûdê ji tîmên Kurdî yên ji Rojhilatê Kurdistanê bigirin ku gelek kesayetên jîr di nav de hene. Anîna derhênerên Tirk û Faris xeletiyeke mezin e. Lîstikvan û derhênerên me yên baş hene.”
Derhênerê rêzefilma ‘Diwaşew’ Karox Îbrahîm bi xwe ji me re neaxivî.
Derhêner Hewraz Mihemed jî dibêje, karkirin ji karnekirinê baştir e û bi çêkirina van berheman nifşekî nû bi pêş dikeve: “Lê dema em li naveroka wê binêrin divê cudatir be, ji ji ber ku rêzefilm li gel rexneyan gelek destxweşî jî lê tê kirin. Rexneyên heyî jî piraniya wan li ser senaryo û derhêneriyê ne.” ROJNEWS/SILÊMANÎ