“Wekî ku yên 2 caran gelê me li cih hiştiye û reviyaye ne Miheme Xelîl e, cardin dixwaze bi hîleyan vegere Şengalê.”

Kordînasyona Civaka Êzîdî bi daxuyaniyeke da zanîn ku, PDK’ê ji bo vegera qaymeqamê berê yê Şengalê di nava kampên Êzîdiyan de bi darê zorê îmkeyan top dike. Her wiha kordînasyonê bang li Meclîsa Ruhanî ya Êzîdiyan, hikûmetên Bexda û Hewlerê kir ku pirsgirêk bi riya diyalogê çareser bibin û xweseriya Şengalê û îradeya wê nas bikin.

Kordînasyona Civaka Êzîdî doh derbarê komkirina îmzayan di nav kampê Êzîdiyan de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya koordînasyonê de hat gotin qeymeqamê Şengalê yê berê Miheme Xelîl du caran Şengal bi tenê hiştiye û reviyaye. Di daxuyaniyê de îşaret bi wan xalan tê kirin:”Ji fermana 3’yê Tebaxa 2014’an heta niha, Şengal û tevahî gûndewar hatin rizgarkirin, gelê Şengalê bi bedelên mezin YBŞ-YJŞ, asayîşa Êzîdxanê wekî parastina xwe ya cewherî mezin kirin û Meclîsa Xweserîya Demokratîk a Şengalê wekî îradeya xwe rêxistin kir. Lê ji sala 2016’an ve PDK bi gelek provakasyonan xwest civaka me parçe bike, di nava wan de şerê navxweyî derxîne. Ev lîstikên wan di serî de bi keda Mam Zekî Şengalî vala hate derxistin û negihiştin armancên xwe. Di sala 2017’an de dema Heşdî Şehbî derbasî Şengalê bû, qeymeqamê Şengalê yê wê demê Miheme Xelîl careke din îdereya ku di destê wan de bû, hişt û revîya.

Bi tehdît û zorê îmze top dikin

Niha jî em dibînin, wekî ku yên 2 caran gelê me li cih hiştiye û reviyaye ne ew e, cardin dixwaze bi hîleyan vegere Şengalê.

Ev demeke ku dicerîbine derbasî Şengalê bibe, lê îredeya Şengalê ya xweser û demokratîk, bi tevahî aşîret, bavik û kesayetên demokrat re destûr nade û helwesta xwe ya demokratîk nîşan dide.”

Bêrêziyekî mezin e

Koordînasyonê got, ji ber xelk wan qebûl nake, bi tehdît û zorê îmzayan ji xelkê kom dikin.Li hemberî vê PDK û qeymaqamê wê niha li Başûrê Kurdistanê, li kampên penaberan ku gelê Şengalê lê dimîne kampanyayek îmzeyan daye destpêkirin. Bi tehdît, zorê û maddîyatê, her wiha tehdîta bikaranîna çekan îmzeyan ji wan digirin û dixwazin bi riya wan werin Şengalê.

Dîsa ji Meclîsa Ruhanî ya Êzîdiyan û bi taybetî Bavê Şêx re teglîf kiriye û dixwaze wî jî bide pêşîya xwe da ku bi vî rengî li ber Şerfedîn û Mergeha Şerfedîn siyaset bike. Beriya her tiştî ev hewldana PDK û qaymeqamê wê bêrêziyekî mezin li hemberî Bavê Şêx, Meclîsa Ruhanî û tevahî civaka me ye.”

Helwêsta Bavê Şêx pîroz e

Her wiha Kordînasyona Civaka Êzîdî got, li dijî bêrêziya PDK’ê helwêsta Bavê Şêx pîroz e û wiha dewam kir:”Helwesta Bavê Şêx pîroz e, gelekî girînge û bi nirx e. Wekî Kordînasyona Civaka Demokratîk a Êzîdiyan em ji Bavê Şêx dixwazin ku wekî Bavê Şêx ê tevahî Êzîdiyan tev bigere û ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civaka me rolek erênî bilîze. Ji bo civaka Êzîdî xaka pîroz Şengal e û tevahî Êzîdxan wê bibe xwedî mafê xwe. Pêwîste Meclîsa Ruhanî û Mala Mîra ji hikumeta Iraqê ya navendî û hikumeta herêmê re nîşan bide ku ew piştgiriya daxwaza xweseriya Şengalê dike. Banga me ji hukûmeta navendî ya Iraqê û Serokwezîr Adil Abdulmehdî re jî ew e ku ji bo careke din gelê me yê Êzîdî û gelên din ên Nînovayê bi qirkirinê re rûbirû nemînin, Şengal wekî parezgeh qebûl bikin, hêza wê ya parastinê û siyasî bi pejirînin.W

Bêdeng nemînin

Her wiha Kordînasyona Civaka Êzîdî  bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê û hemû hêzên demokratîk, rêxistinên jin, saziyên mafên mirovan jî kir û got: “Li hemberî êrîşên ser îradeya Şengalê, bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne li gorî berjewendiyên xwe, li gorî naskirina xweseriya demokratîk a Şengalê tev bigere û pirsgirêkên heyî bi diyalogê çareser bike.

Banga me ji bo tevahî gelê me jî ew e ku li ku derê dibin bila bibin, pirsgirêkên wan çi dibin bila bibin, divê jibîr nekin ku xwediyên Şengelê, Êzîdxanê ew in, her yek dikare vegere ser axa xwe û di nava kar û xebatan de cihê xwe bigire. Şengal ne ya hizbek, eşîrek an jî bavikekê ye, Şengal a tevahî gelê Şengalê ye.”

 

  ROJNEWS/ ŞENGAL