Dixwaze bibe dilopek ji bo Kurdî
ADNAN BÎLEN/DÎNDAR KARATAŞ
MA/WAN
Endamê Meclîsa Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) û nivîskar Hamît Dilbahar, piştî 10 sal û 3 mehan hepsîbûnê, hat berdan. Hamît Dilbahar 13’ê Sibata 2010’an di çarçoveya operasyonên KCK’ê yên li Wanê de hatibû girtin û bi îdîaya “Endametiya rêxistinê” 16 sal cezayê hepsê lê hatibû birrîn. Piştî ku hat berdan, Hamît Dilbahar ji me re operasyonên KCK’ê nirxandin û behsa salên xwe yên di hepsê de kir.
Hamît Dilbahar bi bîr xist ku her cara ku têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd bilind dibe, komployan lê dikin: “Yek ji van komployan jî operaysonên bi navê KCK’ê yên di sala 2009’an de destpêkirî bû. Bi hezaran kes ji ber van operasyonan hatin girtin. Ez jî di encama vê operasyonê de hatim girtin. Tekane armanca vê operasyonê û komployê, şikandina vîna gelê Kurd bû. Lê gelê Kurd li warên jiyanê hemûyan li dijî vê komployê têkoşîna xwe bi rê ve bir. Ji hepsan heta bi kolanan, ev êriş hatin pûçkirin.”
Weşanên bi Kurdî qedexe dikin
Hamît Dilbahar, got, li hepsan jî zext pirr zêde bûne: “Bi taybetî, bi şewba vîrusa koronayê re gelek mafên girtiyan hatin binpêkirin. Çalakiyên li hepsan hemû qedexe kirine. Vîrûs kirin hincet û destûrê nadin ku mirov li hepsan bên ba hev. Destûrê nadin ku weşanên bi Kurdî bikevin girtîgehan. Wan qedexe dikin. Bi hezaran girtiyên nexweş hene. Bêguman berxwedana girtiyan a li dijî vê dewam dike. Jixwe, bi saya vê berxwedanê ti carî nikarin encamê bi dest bixin.”
Nivîskar Hamît Dilbahar ji bo karên xwe yên di hepsê de jî got, “Ez li ser zimanê Kurdî xebitîm. Dîsa min li ser çand, huner û wêjeyê xebatên xwe kirin. Min jî mîna her kurdekî heta ji destê min hat li ber xwe da. Min gelek berhem amade kirine. Ez ê van berhemên xwe di ber çavan re derbas bikim. Ez ê hewl bidim ku wan bixim xizmeta gelê xwe. Ez dixwazim ji bo zimanê Kurdî bibim dilopek. Tekane daxwaza min ew e ku hevalên me yên girtî hemû bên berdan.”
Bê navber her û her têkoşîn
Hamît Dilbahar, di dawiyê de jî got, “Azadî bi têkoşînê dibe. Me çawa têkoşîna demokrasiyê li derve bi rê ve bir û di hepsê de me çawa li ber xwe da, em ê heta dawiya emrê xwe jî vê têkoşînê bidomînin. Dibe ku mirovan bikujin, lê ti carî nikarin têkoşîn û azadiya wan bikujin. Gelê Kurd ji bo vê gelek berdêl dan. Gelê Kurd teqez wê têkoşîna xwe ya demokrasiyî ber bi serkeftinê ve bibe.”