Nerazîbûna Kurdan û dostên wan a li dijî biryara DYE’yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK’ê dewam dike. Endama Partiya Çep a Meclîsa Federal a Elman, Ulla Jelpke biryara rêveberiya Emerîka şermezar kir. Jelpke bi bîr xist ku rêveberiya DYE’yê di pêvajoya aştiyê de nexwest di navbera PKK û Tirkiyeyê de navbeynkariyê bike û got, “Niha jî biryar da ku bi rêya pereyan, pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd teslîm bigire. Bi vê biryarê re me dît ku tifaqa DYE’yê ya li Sûriyeyê bi YPG’ê re kiriye tifaqeke taktîkî ye û ne dostê Kurdan û gelên din ên bindest e.”
ANF/ BERLÎN